Rûspiyên Ereb: Gefên dewleta Tirk binkeftina revandina DAIŞ`ê ji Hesekê ye

Rûspiyên êlên ereb diyar kirin ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, encama binkeftina planên wê ye ku dixwest çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Sînaa ya Hesekê birevîne. Her wiha teqezî bi berxwedanê li hember projeyên dagirkeriya Tirk kirin ku armanc dike, herêmê dagir bike û gelan qir bike.

Rûspiyên Ereb: Gefên dewleta Tirk binkeftina revandina DAIŞ`ê ji Hesekê ye
14 hezîran, 2022   05:57
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Di vê dawiyê de asta van çalakiyan zêde bûye nexasim ku serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan gefên xwe li dijî herêmê zêde kirin.

Hemwextî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê helwestên piştgiriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) zêde dibin. Pêkhateyên herêmê di nav de êlên Ereb êdî baş fêm dikin ku bê armanca siyasetên dewleta Tirk a dagirker li hember Sûriyê çi ne. Bi taybet piştî ku nekarî bi rêya amûrên xwe anku DAIŞ`ê ewlehiya herêmê têk bibe.

Rûspiyê êla El-Sade El-Begara Hesen El-Haşmî diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û berdewamkriina êrişên wê li dijî gelên herêmê beşek ji dîroka xwîndar a dewleta Tirk ku ji destpêka serdema 20 destpê kiriye. 

El-Haşmî daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker tevna civakî ya Sûriyê bi rêya hedefgirtina pêkhateyên bi hev re dijîn, parçe dike û nakokiyên zêdetir li welêt diafrîne, dixwaze DAIŞ`ê vejîne ku hîna şaneyên wê li herêmê çalak in.

El-Haşmî wiha domand: “Dewleta Tir karmanc dike, plan û projeyên xwe li ser hesabê sûriyan pêk bîne, piştî ku plana wê ya revandina çeteyên DAIŞ`ê ij girtîgeha Sînaa bi bin ket.”

Li Hesekê di 20`ê Çileyê de, şaneyên DAIŞ`ê êriş birin ser girtîgeha Sînaa ku zêdetirî 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê tê de girtî ne ku di encama pêngavên leşkerî yên QSD`ê yên ji bo rizgarkirina herêmê de hatin girtin.

Hesen El-Haşimî got hêzên navneteweyî di sêrî de Amerîka û Rûsya hêzên garantor ên agirbestê ne û divê dagirkeriya Tirk neçar bikin ku pabendî vê lihevkirinê bibe ku di dawiya 2019`an de hat îmzekirin.  Her wiha bang li her duyan kir ku êrişan û gefan red bikin û rawestînin.

Nêrîna rûspiyê qebîleya El-Şerabîn Mihemed Ubeyd ji ya El-Haşmî ne cudatir bû, wî jî got: “Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye û kesek jê nayê îstîsnakirin. Ew gelê Sûriyê bi giştî bi taybet şêniyên bi hev re di bin sîwana projeyeke demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, dike hedef.”

Di dawiyê de Mihemed Ubeyd teqezî bi hevgirtina pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkeriya Tirk kir û bang li hemûyan kir ku li hember van êrişan bibin yek, ewlehiya herêmên xwe biparêzin. Nexasim civata navneteweyî bi dewleta Tirk re hevkar e û li hember sûcên wê bêdeng e.

(şx)

ANHA