'Ji bo me mirin ji terka axê çêtir e'

Ji bo şêniyên gundên Til Ecar û Kefer Anton ên bakurê kantona Şehbayê, mirin ji terka warê xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re çêtir e.

'Ji bo me mirin ji terka axê çêtir e'
14 hezîran, 2022   06:48
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN-ELÎ GEDRO

Çend mîlan dûrî navenda bajarê Ezazê yê dagirkirî yê li gundewarê bakurê Helebê, neviyên Duca Cûma bermahiyên topên dê bibûna sedema kuştina dapîra wan di tûrikan de vedişêrin. Dibe ku ev bermahî nîşaneya hedefgirtina herêmên wan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bin.

Zêdetirî 700 kes li gundên Kefer Anton û Til Ecar ên nêzî balafirgeha leşkerî ya Minixê li ser rêya navneteweyî Heleb-Dîlokê dijîn. Ev herêm li ser eniyên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê re ye.

Ji dema dagirkirina kantona Efrînê ve, xeteriya li ser şêniyên her du gundên li bakurê kantona Şehbayê zêde bûye. Bi taybet ku nêzî Til Rifetê û rêya navneteweyî ne. Rojane bi moşek, topavêj û balafirên bêmirov ên biçek tên hedefgirtin.

Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêdetir kirin. Welatiya bi navê Doca Cûma (70) ku ji gundê Kefer Anton e di topbaranê de birînda bû.

Ajansa me rewşa şêniyên gundên Til Ecar û Kefer Anton bi wêne û dîmen belge kir.

Doca Cûma têkildarî mijarê got: “Ji ber giranbûna topbaranê, êdî şev û roj ji bo me yek e. Beriya çend rojan, dagirkeriya Tirk mala min topbaran kir. Di encamê de ez di milê xwe yê rastê de birîndar bûm. Sêniyan ez birim nexweşxaneya Til Rifetê û piştre ez rakirim Helebê.”

Doca diyar kir ku ji salan ve li ser vî halî ne, rewşa gund ne baş e û dewleta Tirk a dagirker ji Ezazê û gundên derdorê ve, gundên wan topbaran dike.

Li gorî şêniyên herêmê çandinî jêdera sereke ya debarê jiyanê ye. Ji ber topbaranê jê bê par mane û nikarin biçin nav zeviyên xwe. Têkildarî vê yekê Doca got : “Yê/a ji mal derkeve nizane bê ka dê vegere mal an na. Ji ber em nizanin dê kengî top li ser serê me bibarin. Hema bêje em ji çandiniyê mehrûm bûne.”

Doca daxuyand ku ji ber aloziyê, 3 caran koçber bûye lê vê carê ji axa xwe dernakevin û dagirkerî çi dike bila bike lê dev ji axa xwe bernadin.

Di dawiyê de Doca Cûma got: “Ji bo me, mirin ji terka axa xwe çêtir e.”

(şx)

ANHA