Çiya Kurd: Bidawîkirina dagirkeriyê bi lihevkirina siyasî demokratîk a sûriyan pêkan e

Cîgirê Meclisa Rêveber a Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bang li hêzên siyasî, demokratîk, nîştimanî û hemû gelê Sûriyê kir ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Her wiha bang li artêşa Sûriyê kir ku sînorên Sûriyê ji êrişên derve biparêze.

Çiya Kurd: Bidawîkirina dagirkeriyê bi lihevkirina siyasî demokratîk a sûriyan pêkan e
14 hezîran, 2022   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Meclisa Rêveber a Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd têkildarî gefên dewleta Tirk ku dê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ji ANHA`yê re axivî.

 ‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK, DEWLETA SÛRIYÊ PARÇE DIKE‘

Bedran Çiya Kurd wiha got: "Sûriye bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êriş û gefan tên, armanca sereke ji vê yekê ku rûberek berfirehtir a xaka Sûriyê dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike da ku qada xwe ya dagirkeriyê li herêmê berfireh bike û nasnameya çand û dîrokî ya gelên herêmê nemaze gelê Kurd, tune bike."

Bedran Çiya Kurd wiha domand: "Ev êrişên dijminane û dagirkeriyê qirkirinke plankirî li dijî gelê Sûriyê û gelên herêmê ye. Ew jî parçekirina dewleta Sûriyê û kûrkirina aloziya wê ye her wiha ferzkirina siyaseta neçareseriyê û tevlîheviyê li tevahî xaka Sûriyê ye."

 ‘DIVÊ ARTÊŞA SÛRIYÊ SÎNOR BIPARÊZE‘

Çiya Kurd bang li hêzên siyasî, demokratîk, nîştimanî û hemû gelên Sûriyê kir ku erka xwe di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de pêk bînin û bang li artêşa Sûriyê kir ku sînor ji êrişên derve biparêze.

Çiya Kurd wiha pê de çû: "Erkeke nîştimanî û exlaqî ye ku hemû hêzên siyasî, demokratîk, nîştimanî û hemû gelê Sûriyê ji başûr heta bakur û li ser hemû rûbera Sûriyê erka xwe li hember êrişên dewleta Tirk pêk bînin. Divê artêşa Sûriyê li hember êrişên dewleta Tirk bisekine û bi hevkariya gelê Sûriyê bi pêkhateyên cûda sînor ji êrişên derve biparêzin."

 ‘BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ Û BERSIVDAYÎNA ÊRIŞAN BI LIHEVKIRINA SIYASÎ DEMOKRATÎK PÊKAN E‘

Bedran Çiya Kurd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê Şam zanibe ku bidawîkirina dagirkeriyê û bersivdayîna êrişên derve, tenê bi lihevkirineke demokratîk siyasî ya hemû gelê Sûriyê li ser zemîna naskirina rastiya pirrengiya çandî û etnîkî pêkan e. Her wiha çareserkirina hemû dozên bingehîn li gorî berpirsiyariyên nîştimanî dîrokî ku xwe dispêrin rêgez û nirxên destûrî tê de mafên rewa yên hemû pêkhateyan hebe."

(bx)

ANHA