​​​​​​​Rojnamevan: Girtina rojnamegeran hewldana veşartina rastiya rejîma Tirkiyê ye

Desthilatên dagirkeriya Tirk bi rêya girtina rojnamegeran armanc dikin ku rastiya rejîma desthilat binixumînin û got ew yek hewldana bidawîkirina rola çapemeniya azad e, di serî de rojnamegeriya Kurd, mîna tevgera siyasî ya Kurd li Tirkiyê.

​​​​​​​Rojnamevan: Girtina rojnamegeran hewldana veşartina rastiya rejîma Tirkiyê ye
14 hezîran, 2022   03:32
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê vê Hezîranê de hemleya girtin û serdegirtinê li dijî 20 rojnamegerên JIN News, ajansa Mezopotamya, rojnameya Xwebûn, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û karkerên çapxaneyên Piya û Pel pêk anîn, hemwextî wê jî gef û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Li tevahî parçeyên Kurdistanê hemleya girtinê ya li dijî rojnamegerên Kurd hatin redkirin. Her wiha 185 rojnamegerên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dixebitin, hemleya girtinê ya ji hêla desthilatên Tirkiyê ve li dijî rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir, her wiha Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şermezar kir û banga serbestberdana wan a yekser kir.

Rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civata navneteweyî û saziyên têkildarî mafên rojnamgeran berpirsiyariya sûcên dewleta Tirk li dijî rojnamegeran dîtin û dan zanîn ku ev yek di çarçoveya bêdengkirina maf û nixumandina çapemeniyê li ser gef û êrişên wê yên li dijî herêmê, pêk tê.

Rojnameger Ekrem Hemo diyar kir ku rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê yên ji bo diyarkirina rastiyê dixebitin bi rê û rêbazên cuda tên bêdengkirin û wiha got: "Her kes sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker diyar dikin û xebata ji bo diyarkirina rastiya wê dikin, tên girtin."

Hemo wiha domand: "Hemleya girtinê ku dewleta Tirk car caran li dijî rojnamegeran pêk tîne, ne tenê li dijî Kurdan e, lê belê li dijî tevahî rojnamegerên siyasetên wê eşkere dikin."

Hemo destnîşan kir ku rejîma Erdogan ne tenê rojnamegerên Kurd hedef dike, lê belê bi rêya wan tevahî Kurdan hedef digire û her kesê hewl dide maf û azadiya xwe pêk bîne û rastiyê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bike, dike hedef û ev tişt anî ziman: "Ev yek li kêfa Tirkiyê nayê, ji lew re car caran hemleya girtinê li dijî rojnamegerên Kurd li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, îşkence li wan dike û tesfiye dike."

Têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamgeran Hemo ev tişt xuya kir: "Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rojnamegeran gihaştiye Rojavayê Kurdistanê jî. Mînak dema min dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk dişopand, panzerên Tirkiyê hewl da pêlî me bike, heke Rûsya destwerdan nekira. Nedihiştin rojnameger dewriyeyan bişopînin. Ev yek jî ji siyasetên hedefgirtina rojnamegeran e."

Hemo daxuyand ku armanca desthilatên Tirkiyê ji girtina rojnamegeran nixumandina rastiya rejîma Tirkiyê û sûcên wê ye, her wiha hewldana wê ya mêtingkirina herêmê ye, da ku rastiyan li gorî berjewendiyên xwe berovajî bike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker her tim derewan belav dike."

Rojnameger Ekrem Hemo diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamegeran binpêkirina xebata rojnamegeriyê li Tirkiyê ye, ji ber ew bi ruxsetên fermî dixebitin û ev tişt got: "Girtina rojnamegeran binpêkirina pîvanên xebeta çapemeniyê ye."

Hemo di dawiyê de bêdengiya civata navneteweyî li hember siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rojnamegeran rexne kir, tevî derketina raporên ji yekitî, sandîqe, ragihandina azad û rojnamegerên li cîhanê ku dewleta Tirk li dijî rojnamegerî û çapemeniyê sûcan dike.

Rojnameger û pêşkêşvanê bernameya radyoya Dirbêsiyê FM Hesen Omer da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca bêdengkirina dengê Kurd rojnamgerên Kurd li Bakurê Kurdistanê digire û wiha got: "Dewleta Tirk qedexe dike ku Kurd mafên xwe yên rewa li welat pêk bînin."

Hesen Omer eşkere kir ku Tirkiyê di aliyên azadiya rojnamegeriyê li cîhanê de kirêttirîn dewlet e û ev tişt anî ziman: "Êdî Tirkiyê bi girtîgeha rojnamegeran tê nasîn. Ji ber gelek rojnameger di girtîgehên wê de hene, çi Kurd, çi Tirk, çi rojnamegerên serbixwe yan jî yên ji derve tên."

Omer teqez kir ku dewleta Tirk xebata rojnamegeriyê li ser împratoriya xwe xeter dibîne, ji ber niyetên wê, sûcên li dijî gel û neteweyên heyî, her wiha li dijî dewletên cîran pêk tîne, eşkere dike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji erka rojnamegeriyê rastî, azarên gel û sûcên li dijî raya giştî pêk tên, eşkere bike. Lê desthilatên Tirkiyê vê yekê xeter dibînin."

(fr)

ANHA