​​​​​​​Kongreya Îslama Demokratîk sibe dest bi çalakiya konvedanê dike

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyaseta guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî, Kongreya Îslama Demokratîk sibe li bajarê Qamişlo û li ser asta Herêma Cizîrê dest bi çalakiya konvedanê dike ku tê payîn 4 rojan berdewam bike.

​​​​​​​Kongreya Îslama Demokratîk sibe dest bi çalakiya konvedanê dike
13 hezîran, 2022   23:36
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Kongreya Îslama Demokratîk bi dirûşmeya "Na ji dagirkirin û siyaseta guhertina demografiyê re" amadekariyan dike ku li bajarê Qamişlo û li ser asta Herêma Cizîrê dest bi çalakiya konvedanê bike. Çalakî dê roja çarşemê 15`ê Hezîranê dest pê bike.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê 4 rojan dewam bike. Çalakî bi armanca şermzarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyasetên guhertina demografîiyê ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, dê were lidarxistin.

Serokê dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan ev demeke bi hinceta avakirina "herêmeke ewle" û bi armanca vejandina Mîsaqî Millî her wiha dagirkirina 30 kîlometreyan ji xaka Sûriyê gefan dixwe ku dê êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk bîne.

BERNAMEYA ÇALAKIYA KONVEDANÊ

Têkildarî çalakiya konvedanê ku dê li pêşiya navenda Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo dê were lidarxistin hevserokê kongreyê Mihemed Mele Reşîd El-Xerzanî diyar kir ku di çalakiya konvedanê de dê axaftin ji aliyê oldaran ve were kirin, semîner der barê nêrîna oldaran li hember êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava pîvanên ola îslamî û hemû olên herêmê, were lidarxistin.

Mihemed Mele Reşîd El-Xerzanî di axaftina xwe de behsa siyaset û kirinên dewleta Tirk a dagirker ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axivî: "Li herêmên dagirkirî rojane di navbera çeteyan de şer derdikeve. Dewleta Tirk îdiaya dike ku di êrişên xwe li ser herêmê de şerê terorê dike. Lê ew bi dehan komên terorîst ên cîhanî li herêmên dagirkirî mîna Idlibê hembêz dike. Heta ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelê Kurd wêneyên Kabeya pîroz û gotinên Xwedayê mezin bilind bikin jî, dewleta Tirk dê êrişên li ser herêmê nesekinîne. Bi vê yekê parastina herêmê li hember van êrişan erkekî exlaqî û mirovî yê rewa ye."

NÊRÎNA ÎSLAMÊ YA Li Hember SIYASET Û KIRINÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

El-Xerzanî bal kişand ser nêrîna ola îslamî ya li hember siyasetên guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne û wiha pê de çû: "Ne ol û ne jî mafên mirovan van siyasetan qebûl nakin. Çawa dikare şêniyên resen ji malên wan koçber bike û li şûna wan şêniyên ji Xûta, Humis, Hema û kesên biyanî li herêmên wan bi cih bike."

El-Xerzanî gotineke pêxember eleyhî selat û selam bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gotineke kurt a pêxember li ser guhertina demografiyê heye ku dibêje; kesê ku sînorê xakê diguhêre naleta xwedan lê ye."

Tê payîn ku oldar, meleyên mizgeftan, nûnerên olên din li Herêma Cizîrê, nûnerên saziyên civakî, siyasî û sivîl beşdarî çalakiya konvedanê ku dê 4 rojan dewam bike, bibin.

(bx)

ANHA