ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-6-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-6-2022`YAN
13 hezîran, 2022   23:00

Partiyên Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saet di 10:00`an de xwepêşandanekê li dar dixin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan saet 10:00`an daxuyanî dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyaseta guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî, Kongreya Îslama Demokratîk sibe li bajarê Qamişlo û li ser asta Herêma Cizîrê dest bi çalakiya konvedanê dike ku tê payîn 4 rojan berdewam bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên Kurd şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê wekî bersivdayîna li hember gavên mezin ên doza kurdî hatine avêtin û destkeftiyên di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin. Lewma bang li hêz û partiyên siyasî kirin ku yekitiya xwe ya siyasî ava bikin û destkeftiyên Kurdan biparêzin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Desthilatên dagirkeriya Tirk bi rêya girtina rojnamegeran armanc dikin ku rastiya rejîma desthilat binixumînin û got ew yek hewldana bidawîkirina rola çapemeniya azad e, di serî de rojnamegeriya Kurd, mîna tevgera siyasî ya Kurd li Tirkiyê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên gundên Til Ecar û Kefer Anton ên bakurê kantona Şehbayê ji bo wan mirin ji terka warên xwe çêtir e û warên xwe ji dagirkeriya Tirk re nahêlin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hunermend û rewşenbîran diyar kir ku sekna li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê di cenga parastina şoreşê de erkekî neteweyî yê exlaqî ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên êlên ereb diyar kirin ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, encama binkeftina planên wê ye ku dixwest çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Sînaa ya Hesekê birevîne. Her wiha teqezî bi berxwedanê li hember projeyên dagirkeriya Tirk kirin ku armanc dike, herêmê dagir bike û gelan qir bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gundekî navçeya Tirbespiyê koperatîfekê bi rêya xwedîkirina cureyeke kurmikan li şûna semada kîmyewî, semada xwezayî bi azot dewlemend hildiberîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Behaedîn Şaban da zanîn ku projeya Osmaniya Nû hewldaneke xeyalî ya "vegerandina demên berê ye". Şaban got: "Rejîma faşîsta Tirk dijminê rasterast û sereke yê Ereb û Kurdan e. Yekirina îradeyê ji bo xilasiya ji vê dijminahiyê, dikeve xizmeta berjewendiya hevbeş a her du gelan.”

HEVPEYVÎN

Mîhraç Ural diyar kir ku ji destpêka gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ve QSD xwedî helwesteke zelal e û got hemû pêkhateyên din ên civakî, bi taybetî Rûsya-Îran, Hizbullah, Muqaweme Sûrî û QSD li dijî dagirkeriyê li hev bicivin û “şerê azadiyê yê dawîn” bikin.