​​​​​​​Taîfeyên xiristiyan şehîdên komkujiya Sêfo bi bîr anîn

Taîfeyên xiristiyan ên Dêrikê şehîdên komkujiya Sêfo di salvegera wê ya 105’an de bi bîr anîn, her wiha ji civaka navneteweyî xwestin ku bi vê komkujiyê bi awayekî fermî nas bikin ku bi destê osmaniyan di 1915’an de hatiye pêkanîn.

​​​​​​​Taîfeyên xiristiyan şehîdên komkujiya Sêfo bi bîr anîn
13 hezîran, 2022   20:39
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Suryan a Sûrî li Dêrikê li ser komkujiya Sêfo panelek di dêra Mart Şemonî de ya li  bajarê Dêrikê li dar xist. Di panelê de rêveberê dêra Mart Şemonî, partiyên siyasî, taîfeyên xiristiyan yên Dêrikê, hêzên Sotoro û Meclîsa Leşkerî ya Suryan beşdarî panelê bûn.

Di panelê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyê Efram Îshaq axivî û got: “Dewleta Osmanî hovantirîn sûc û komkujî li dijî Ermen, Suryan, Keldan, Asûr û taîfeyên din ên xiristiyan di bin perdeya îslamê de pêk anîn.”

Îshaq di gotina xwe de behsa komkujiyên ku ji aliyê osmaniya nû ya AKP’ê ve li dijî gelên Sûriyê nexasim gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û topbarana rojane, kir.

Her wiha Îshaq rola eşîrên Kurdî û gelê Kurd ên ku di oxira parastina gelê Ermen û taîfeyên xiristiyan ji komkujiya Sêfo şehîd bûne, silav kir.

Di dawiya panelê de beşdaran mûm li pêşiya dêra Mart Şemonî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Sêfo, pêxistin.

(mh)

ANHA