​​​​​​​Rewşenbîr: Şerê li dijî gerîla bersivdayîna dagirker a li hember destkeftiyên Kurdan e

Rewşenbîrên Kurd şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê wekî bersivdayîna li hember gavên mezin ên doza kurdî hatine avêtin û destkeftiyên di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin. Lewma bang li hêz û partiyên siyasî kirin ku yekitiya xwe ya siyasî ava bikin û destkeftiyên Kurdan biparêzin.

​​​​​​​Rewşenbîr: Şerê li dijî gerîla bersivdayîna dagirker a li hember destkeftiyên Kurdan e
14 hezîran, 2022   01:40
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Ji 17`ê Nîsana derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya NATO`yê bi çekên pêşketî êrişî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Rewşenbîrên Kurd şerê li dijî HPG`ê di çarçoveya qirkirina etnîkî li dijî gelê Kurd û hewldana helandina çanda wî de nirxandin, ji ber ku HPG`ê hêzeke xurt e û ji dema hatiye avakirin ve nasnameya çanda Kurdan diparêze.

Nivîskar Ekrem Derwîş anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker di dîrokê de şerê Kurdan dike û komkujiyan komî li dijî wan pêk tîne û çanda wan dihelîne.

Ekrem Derwîş îşaret bi berxwedana dîrokî ya HPG`ê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker dide meşandin, kir û got: "Gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker ku NATO`yê piştgiriya wê kiriye, bi dehan caran bi serket û ew ê bi saya gelê Kurdistanê jî careke din bi ser bikeve."

Derwîş wiha axaftina xwe dewam kir: "Piştî Kurdan li dijî DAIŞ`ê serkeftinên dîrokî bi dest xistin, di hevkêşeyên herêmî û navneteweyî de xwedî hêz in, lewma dewleta Tirk a dagirker li hemû parçeyên Kurdistanê hewl dide bi hemû rêbazan doza kurdî têk bibe. Bi wê re jî dixwaze li dijî Kurdan qirkirina etnîkî pêk bîne û wan bide koçber kirin."

Nivîskar Ekrem Derwîş balkişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava xwarine û wiha got: "Ji ber ku di şerê xwe yê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de yên li Başûrê Kurdistanê negihaşt armancên xwe, van gefan dixwe."

Ekrem Derwîş anî ziman ku HPG`ê bi berxwedana xwe ya dîrokî, parastina çanda Kurdan ji helandinê kir, her wiha bi rêya saziyên çandê rê li pêşiya helandina çandî ya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dida pêk bîne. Derwîş diyar kir ku dagirker û mêtinger dema şerê gelekî dikin, di serî de dest diavêjin çanda wî gelî.

Helbestvanê Kurd Omer Şêxmûs da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, berdewamiya kiryarên hikumeta Tirk li dijî doza kurdî û pêkhateyên din pêk dianîne. Şêxmûs îşaret pê kir ku şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bersivdayîna dewleta Tirk a dagirker a ji gefên mezin ên ku doza kurdî qezenc kirine ye, nexasim destkeftiyên di Şoreşa Rojava de bi dest xistine.

Şêxmûs bang li gelê Kurd û hêzên siyasî kir ku li hember komployên dijminê gelê Kurd û şerê çapemeniyê yê ku dewleta Tirk a dagirker dide meşandin, hişyar bin û wiha dewam kir: "Ji ber ku dijminê Kurdan her tim dixwazin vî gelî dûrî hev bixin, pê re jî dûrî doza xwe ya sereke bikevin, lewma divê Kurd parastina destkeftiyên xwe bikin û zêdetir bikin da ku aramî û ewlehiyê mîsoger bikin."

Helbestvanê Kurd di dawiyê de bang li hêz û paratiyên siyasî kir ku li hemberî van gefan yekitiya xwe ya siyasî ava bikin û got: “Nakokiyên xwe çareser bikin. Gelê Kurd bikin yek ku fedakariyên mezin di oxira doza de dan. Kurd ji gelên herî zêde nêzî doza xwe ne.”

(eh)

ANHA