Dewleta Tirk îşkence li kesên di Meşa Gemlîkê de destgîr kirine, kir

Li Kadikoyê di Meşa Gemlîkê da gelek kes hatin destgîrkirin. Dewleta Tirk îşkence li wan kir. Hate diyarkirin ku serê hevserokê bajar ê SYKP’ê Ronî Goren hatiye şikenandin.

Dewleta Tirk îşkence li kesên di Meşa Gemlîkê de destgîr kirine, kir
13 hezîran, 2022   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TUHAD FED) li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li Kadikoyê Meşa Gemlîkê hatibû lidarxistin. Di Meşa Gemlîkê de nêzî 70 kes hatin destgîrkirin. Kesên ku bi şîdetê hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Bi wesayîtên ku birin wir nêzî 7 saetan di wesayîtê de hiştin û nan û av nedan wan. Ji bilî vê hate diyarkirin ku di wesayîtên polîsan de îşkence li gelek kesan hatiye kirin.

Ji bo ku îfadeya 25 kesan bê girtin, anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Kar û barên îfadeya dozgêriyê ya kesên destgîrkirî dewam dikin.

Hate diyarkirin ku kesên sewqî edliyeyê hatine kirin îşkence li wan hatiye kirin. Di nav kesên ku îşkence li wan hatiye kirin de hevserokê bajar ê SYKP'ê yê Stenbolê Ronî Goren jî heye. Hate zanîn ku polîsan bitêlê li serê Goren xistiye û serê wî şikenandiye û 5 kêlan avêtine serê wî. Her wiha hate diyarkirin ku bin çena Goren jî bi îşkenceyê hatiye çirandin. Serçavê gelek kesên din jî ji ber îşkenceyê werimî û mor bûye. Hat dîtin ku îşlekê Goren jî ji xwînê sor bûye.