Piştî bûyera tecawizkirina li ser zarokekê, tevlihevî li Babê berdewam e

Li bajarê Babê yê ku ji ber bûyera tecawizkirina li ser zarokeke 5 salî ji aliyê çeteyekî ve, şer di navbera çeteyan de derketibû, nakokî hîna berdewam e.

Piştî bûyera tecawizkirina li ser zarokekê, tevlihevî li Babê berdewam e
13 hezîran, 2022   16:07
MINBIC

Çavkaniyên xwecih ji ajansa me re diyar kirin ku duh li bajarê Babê ji ber şerê di navbera koçberên Humsê û “Polîsên Leşkerî” de 4 polîs birîndar bûne.

Piştî ku çeteyê bi navê Mistefa Ebdurehman ê bi navê Xenûm tê naskirin ku li cem Feyleqê 3`an a çeteyên Cebhe El-Şamiye rojnamevan e, li zarokeke 5 salî ya ji koçberên Humsê tecawîz kir, şer derketibû. 

Çavkaniyan diyar kir ku daxwaza şêniyan ew e ku Xanûm radestî malbata zaroka 5 salî bê kirin û were cezakirin.

Her wiha daxwaza din a şêniyan ew e ku Xenûm tevî malbata xwe bi giştî ji herêmê derkevin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, çeteyê bi navê “Xenûm” li cem “Polîsên Leşkerî” ye ku wî radestî edaletê nake yan jî daxwaza malbata zarok nayne cih.

Her wiha aloziya ji ber vê pirsgirêkê li Babê hê jî berdewam e.

(mh)

ANHA