Îsraîlê welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar kir: Ji Tirkiyê derkevin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bi îdiaya ku wê Îran êriş bike, bang li welatiyên xwe kir ku ji Tirkiyê derkevin.

Îsraîlê welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar kir: Ji Tirkiyê derkevin
13 hezîran, 2022   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd, bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyê kir ku di demek herî kurt û guncaw de ji vî welatî derkevin.

Lapîd ji welatiyên xwe xwest ku neçin Stenbolê û ji welatiyên xwe yên li Stenbolê jî xwest ku di demek herî kurt de ji vî welatî derkevin.

Di hefteyên dawiyê de çapemeniya Îsraîlê, bi çavkaniyên ku naxwazin navê wan bê aşkerekirin, îdia kir ku li Tirkiyê hewldana pêkanîna êrişan a li dijî îsrailiyan heye.

Bal hat kişandin ser ku bi saya Îsraîl û servîsa ewlekariya Tirkiyê ku di van mehên dawî de hevkariya xwe xurt kirine, wê pêşî li van êrişan bê girtin.

Wezîr Lapîd îşaret bi “Xeteriya rast û nêzîk a sûîqest û revandinê” kir û diyar kir ku jiyana gelek îsrailiyan hatiye xilaskirin.

Lapîd bi vê axaftinê “Her kesê ku zirarê bide îsrailiyan wê berdêla wê bide, li ku derê dibe bila bibin em ê wan nêçîr bikin” gef xwar.