Eşîrên Minbicê amade ne li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Tirkmenan ên bajarê Minbicê civiyan û gefên dewleta Tirk a dagirker û helwesta şêniyên herêmê nîqaş kirin.

Eşîrên Minbicê amade ne li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin
12 hezîran, 2022   12:36
MINBIC

Eşîrên bajarê Minbicê û gundewarê wê li hev civiyan û geşedanên dawîn li Sûriyê û gefên dagirkeriyeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kir.

Ev civîna duyemîn e ku di vê hefteyê de çêdibe. Di 6`ê Hezîranê de eşîrên herêmê bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re civiyabû.

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Demaxle, Benî El-Useydî, El-Bo Sultan, Benî Seîd, Bobene, rûspiyên eşîrên Tirkman, hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya Minbicê Mihemed Xêr Şêxo û hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêvberiya Minbicê Mihemed Elî El-Ebo tev li civînê bûn.

Mihemed Elî El-Ebo axivî û îşaret bi bandora şerê Ukrayna li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna vî şerî ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî ya nû li dijî herêmê kir.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê piştrast kir ku tevahî sûrî gefên dewleta Tirk a dagirker red dikin û xwepêşandanên vê dawîn li herêmên dagirkirî pêk hatine ev yek îsbat kir.

HELWESTA EŞÎRAN HIŞK E

Xalid El-Ecor ku yek ji rûspiyên eşîrên Bobene ye, di civînê de axivî û diyar kir ku girîng e eşîr li dijî şer û dagirkeriyê derkevin.

El-Ecor daxuyand ku ew li dijî şer in, gelê Sûriyê û bi taybetî eşîrên li Sûriyê dê li dijî dagirkeriyeke nû bisekinin.

El-Ecor piştrast kir ku divê eşîre roleke çalak bilîzin, ji ber ku civaka Minbicê civakeke eşîrtî ye û pêwîst e li dijî şer û dagirkeriyê xwepêşandanan li dar bixin.

El-Ecor di dawiya axaftina xwe de got: "Xaka hatiye dagirkirin, xaka Sûriyê ye, yên tên kuştin jî, sûrî ne.”

Ibrahîm Şelaş jî yek ji rûspiyên eşîrên Benî Seîd e destnîşan kir ku “Minbic yek eşîr, yek dest û yek dil e. Şelaş teqezî bi vê yekê kir ku divê li Minbicê xwepêşandan bên lidarxistin da ku ji tevahî cîhanê re diyar bikin ku ew li dijî dagirkerî û şer in.

Şlaş da zanîn ku herêmên Cerablus, Bab, Ezaz û Efrîn hatine dagirkirin, ji ber vê divê dengê xwe li hember dagirkeriyê bilind bikin.

Beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin û teqez kirin ku ew li dijî destwerdanên derve û dagirkeriyeke nû ne.

(dm)

ANHA