​​​​​​​Li rojavayê Kobanê di teqînê de welatiyek birîndar bû

Li kana keviran a li rojavayê bajarê Kobanê teqînek pêk hat, di encamê de welatiyê bi navê Mehmûd Ebdo birîndar bû.

​​​​​​​Li rojavayê Kobanê di teqînê de welatiyek birîndar bû
12 hezîran, 2022   12:53
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku li kana keviran a li gundê Minaz ê rojavayê Kobanê teqînek pêk hat û di encamê de Mehmûd Ebdo (18) ku tevî bavê xwe kevir bar dikirin, birîndar bû.

Sedema teqînê nehat zanîn.

Mihemed Ebdo Ehemd ji me re wiha axivî: “Me kevir bar dikirin, ji nişke ve me dengê teqînekê bihîst. Nizanim bê çi bû, tenê min xwîn li ser laşê xwe dît.”

Bavê Mihemed ku di dema teqînê de nêzî kurê xwe bû, dibêje ew nizane bê ka teqîn ji ber bombebaranê an topbaranê an ji ber sedemeke din rû daye.

Cihê hatî hedefgirtin nêzî 4 km dûrî sînorê Sûriye-Tirkiye û nêzî 6 km li rojavayê bajarê Kobanê dikeve.

(cx)

ANAH