Eşîrên Minbicê ji bo parastina xaka Sûriyê teqezî bi hevgirtinê kir

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Minbic û gundewarê wê bi daxuyaniyekê gefên li ser xaka Sûriyê red kirin û teqezî bi yekitiya hemû pêkhateyên civata Sûriyê kir ji bo parastina herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk hewl dide dagir bike.

Eşîrên Minbicê ji bo parastina xaka Sûriyê teqezî bi hevgirtinê kir
12 hezîran, 2022   12:04
MINBIC

Piştî civîna eşîran a têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, rûspiyên eşîrên Minbicê daxuyaniyek da. Şêxê eşîra El-Useydî Mihemed Elî El-Useydî daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û bi beşdariya bi dehan rûspî û şêxên li Minbicê yên Ereb, Tirkmen û Kurd xwend.

Bi dehan rûspiyên eşîra "Demalxe, Benî Useydî, Ebû Sultan, Benî Seîd, Bobane û rûspiyên eşîrên Tirkmen, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Mihemed Xêr Şêxo û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic Mihemed Elî El-Ebo tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Dewleta Tirk a dagirker gelek caran hewl daye ewlehî û aramiya Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet têk bibe, lewma ava Firatê li ser bi milyonan sûrî qut kir û karesatên mirovî pêk anî.

Her wiha li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê avahiyên mêtingeriyê lê dike û penaberên ji hundir û başûrê Sûriyê yên li Tirkiyê ne bi darê zorê li wan avahiyan bi cih dike. Dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran hewl dide demografiyê biguhreîne û hevgirtina civakî jî têk bibe. Her wiha parçeyekî din ji xaka Sûriyê qut bike û bi ser projeya xwe ya mêtingeriyê ya faşîst ve bike.

Her wiha dem dem gefên dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, da ku herêmên me bê îstiqrar bihêle, lewma em şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Minbicê û gundewarê wê li hev civiyan û em sûcên li dijî xaka me ya Sûriyê red dikin. Em teqez dikin ku ji bo parastina her bihustek axa Sûriyê em ê hevgirtî û yek bin.

Di dawiyê de em bang li civata navneteweyî dikin ku li hemberî van gefan bi erka xwe rabe."

(eh)

ANHA