Derar peyam da hikumeta Şamê: Bi gotinan welat nayê parastin, em pratîkê dixwazin

Riyad Derar diyar kir ku gefên artêşa Tirk a dagirker cidî ne û timayên wê tenê bi herêmê ne sînordar in, lê armanc dike herêmên din jî dagir bike. Derar got “Bi gotinan welat nayê parastin, em pratîkê dixwazin da ku veguherînin lihevkirinan. Ev jî heta niha pêk nehatiye.”

Derar peyam da hikumeta Şamê: Bi gotinan welat nayê parastin, em pratîkê dixwazin
11 hezîran, 2022   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar duh bi şev di bernameya taybet a ajansa me de behsa gefên artêşa Tirk a dagirker, armancên wê û helwesta civaka navneteweyî ji van êrişan re kir.

Riyad Derar anî ziman ku gefên dewleta Tirk cidî ne û li benda erêkirina Amerîka yan jî Rûsyayê ye ku ber bi aliyê guncaw ve tev bigere.

Riyad Derar destnîşan kir ku ji mafê wan e parastina herêmê û xaka xwe bikin û projeyên xwe li ser ava bikin da ku çareseriya siyasî dabîn bikin, lê dewleta Tirk hewl dide van gavan asteng bike, lewma gefên wê cidî ne.

'TIMAYÊN DEWLETA TIRK BI HERÊMÊ RE SÎNORDAR NAMÎNIN'

Der barê timayên dewleta Tirk û gefên li dijî Til Rifet û Minbicê de Riyad Derar wiha axivî: "Timayên wê tevahiya xeta sînor anku 900 kîlometreyan ve digire nava xwe. Erodgan dixwaze 30 km an jî zêdetir sînorekî ava bike, her dixwaze vê herêmê hikum bike û di rapora xwe ya li pêşberî NY`yê de ev mijara eşkere got. Ev ragihandin nayê wateya ku ji mafên wî ye ku bersivê bidinê, ji ber ku isbata hiqûqan nake heta nayê wateya dewleta Tirk dikare cîhanê bi navê biryara NY`yê şantaj bike, ji ber ku cîhan dizane gef li sînorê wê nehatine xwarin û di encamê de jî curyeke timayên Tirkiyê ne ku ne tenê li ser xaka Sûriyê ye, lê belê Iraq jî. Ev jî di çarçoveya projeya Erdogan e ku dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike û herêmên berê di bin kontrola dewleta Osmanî de bûn vegerîne."

Têkildarî helwesta civata navneteweyî ji van gefan Riyad Derar ev nirxandin kir: "Di navbera me û amrîkî û rûsan de peyman û lihevkirin heye, lê Amerîka bi me re rasttir e û hewcedarî me ye ji ber ku em bi hev re şerê projeya DAIŞ`ê ku gefan li cîhanê tevdî dixwe, dikin."

Riyad Derar wiha axivî: "Pêwîstiya Amerîka bi me heye wekî ku ji bo parastin, îstiqrar û avakirinê hewcedariya me pê heye, lê Rûsya dixwaze bi rêbazê li herêmên bê çek bi kar anîn rejîmê vegerîne herêmê û ev jî gaveke ne erênî ye. Ji ber ku em dixwazin Rûsya navbeykareke ewlehiyê be û em bi rejîmê re çareseriyeke siyasî ku mafên pêkhateyan bide da ku tev li rêveberiyan bibin, pêk bînin. Her wiha destûrekî li hemû herêman hevbeşiyeke realist mîsoger bike, hebe ku em sîstmeke nenavendî wekî li hemû welatên serkeftî, ji wan Rûsyaya Federal, bi dest bixin."

Derar behsa serdana dawîn a şandeya Rûsya ji dewleta Tirk re kir û got: "Daxuyaniyên her du aliyan isbat dike ku bi temamî li hev nekirine û nakokî hene, di encamê de dibe ku li ser van nuqteyan lîstok û plan çêbibin, her wiha muhtemel e her du alî guman bikin ku ew dikare serweriya xwe ferz bike."

'LI GORÎ RÊGEZAN EM XÎTABÎ HIKUMETA ŞAMÊ DIKIN'

Têkildarî helwesta hikumeta Şamê Derar wiha axivî: "Di çarçoveya rêgezên stratejîk ên diyar de em bi hikumeta Şamê re diyalogê dikin. Lewma xîtaba me ya bi hikumeta Şamê re her tim li gorî van rêgezan e. Em dixwazin serdestiya Sûriyê li ser tevahiya xaka Sûriyê be û mafê me di rêveberiya herêman de hebe, pê re jî em vê pirsê bikin, gelo em çawa dikarin der barê pirsgirêkê bigihêjin lihevkirinekê, lê ruxmî vê hemû diyalogên li dar ketin tu encam bi dest nexistin."

Derar da zanîn ku di çarçoveya mafan de ew bang li artêşa Sûriyê dikin ku bi erka xwe ya parastinê rabin û wiha dewam kir: "Me jê re got bikeve Efrînê û pergala parastina hewayî bîne, lê dereng ma û Rûsya zext lê dikir."

Derar destnîşan kir ku dema Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin peyman hebû û hin hêz jî hatin, lê ne bi armanca parastina sînor hatibûn ji bo mudaxeleya mijarên hundirîn bû.

Têkildarî mijarê Riyad Derar ev nirxandin kir: "Divê artêş mudaxeleya siyasetê neke, lê ji destpêka derbeya yekemîn ve artêşa Sûriyê di qada siyasî de diaxive em jî dibêjin, divê em û artêşa Sûriyê parastina sînor bikin û pê re jî di rêveberiyê de têkildarî çareseriya siyasî li hev bikin."

Derar wiha dewam kir: "Ev yek heta niha pêk nehatiye û ruxmî vê jî me ji artêşa Sûriyê xwest ku pergala parastinê ya hewayî bîne ku li hemberî gavekê em deh gavan biavêjin. Lê dîsa jî ev yek nebû em dikarin bibêjin, xîtab parastina welat nakin, lewma me pratîk divê ku bi rêya wan lihevkirin çêbibe. Daxuyaniyên erênî hene lê em hêvî dikin ku hîn zêdetir têkilî û çareseriyeke siyasî derkeve holê û em jî tê de beşar û aliyek bin."

‘BERPIRSYARIYA HER KESÎ YE’

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar têkildarî rûniştina Rêveberiya Xweser bi hikumeta Şamê re wiha got: "Ev gotin ne rast e, em mafên xwe ji rejîmê dixwazin û ji artêşê jî dixwazin bi erka xwe rabe. Lewma parastin berpirsyariya her kesî ye. Dema rejîmê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişên DAIŞ`ê re rû bi rû hişt, ewladên herêmê ew rizgar kir û wê mudaxele nekir jî, niha jî Tirkiye gefan li welat dixwe û rejîm dikare bi artêşa xwe bersivê bide û dikare binêre jî, lê di encamê de berpirsyariya dîrokî ew radike."

(eh)

ANHA