​​​​​​​Hakim Zamlî: Tirkiye û Îran li dijî me siyasetekê didin meşandin

Cîgirê yekem yê Parlementoya Iraqê Hakim Zamlî destnîşan dike ku ku Parlementoya Iraqê ji bo dawîanîna şerê avê deng dide û kes jî dijberiyê nake.

​​​​​​​Hakim Zamlî: Tirkiye û Îran li dijî me siyasetekê didin meşandin
11 hezîran, 2022   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Cîgirê yekem yê Parlementoya Iraqê Hakim Zamlî di hevpeyvîneke xwe ya bi televîzyoneke Iraqê re, behsa dosyaya avê ya Iraqê kir. Hakim Zamlî got: “Tirkiye ji sedan 20’ê ava robarên Dîcle û Firatê dide Iraqê. Îran jî berê robarên ava di nava xaka xwe de guhertiye û tenê 1 milyar metrekup av dide Iraqê. Ev jî ji ber bêdengiya Hikumetê ye."

Zamlî di dewama axaftina xwe de eşkerekir ku Tehran û Enqere bersiva daxwaza Bexda ya ji bo kombûnek li ser dosyaya avê nedane û dibêje: “Xerca bazirganiya salane ya Iraqê li gel Tirkiyeyê 20 milyar û li gel Îranê jî 16 milyar dolar e. Siyaseta ku Tirkiye û Îran li hemberî Iraqê bi rê ve dibe weke ya Îsraîlê ye. Armanca yasaya qedexekirina asayîkirina peywendiyên li gel Îsraîlê ji ber wê bu ku Îsraîl dixwest me bikuje. Niha Tirkiye û Îran jî me dikuje, baş e ji bo ku peywendiya bi Tirkiye û Îran re jî weke suc bê zanîn, em li benda çine?”

Her wiha Zamlî diyar kir ku Parlementoya Iraqê ji bo dawîanîna şerê avê deng dide û kes jî dijberiyê nake.