Şêniyên Til Rifetê: Berxwedan rêya yekane ya têkbirina planên dewleta Tirk e

Li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên navçeya Til Rifetê diyar kirin ku ji bilî berxwedanê tu rêyên din ji bo têkbirina planên Tirkiyê nîn in.

Şêniyên Til Rifetê: Berxwedan rêya yekane ya têkbirina planên dewleta Tirk e
10 hezîran, 2022   05:48
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Li gel gefên pêkanîna dagirkirineke nû li Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li derdora Til Rifet, Minbic, heta gundewarê Babê û yên başûrê Efrînê yên dagirirî zêde dike.

Heman demê êrişn xwe li ser cihên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi çekên giran û balafirên bi çek ên bê mirov didomîne.

Şêniyên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê nêrînên xwe parve kirin, diyar kirin ku ew bi berxwedanê ve girêdayî ne û ruxmî tevahî gefên berpirsên Tirk dev ji bajarê xwe bernadin.

Welatiyê bi navê Bedirxan Kilota diyar kir ku şêniyên Til Rifetê ji şêniyên resen û koçberên Efrînê diyar kirin ku ruxmî tevahî hewldan û gefaxwarinên ku armanc dike wan koçber bike û bajarê wan dagir bike, ji malên xwe dernakevin.

Kilota da zanîn ku ew ê li hember êrişan bisekinin û got, rêya yekane ya têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ew e ku li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin.

Welatiya bi navê Fatime Mihemed got, şêniyên Til Rifetê li hemberî topbaranan ku rojane  li dijî wan tê kirin, li ber xwe didin.

Her wiha diyar kir ku  dewleta Tirk a dagirker  şereke çapemeniyê li dijî herêmê dimeşîne, armanc jê ew e ku gel bê hêz bike û vîna wê bişkîne,  lê belê berxwedana gel heta bidestxistina azadiyê berdewam e.لثمdagirker ir ku nan ku rojane  li dijî wan têne kirin, li ber xwe didin.n

(dm)

ANHA