Bangewaziyên ji bo domandina xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî

Şêniyên Dirbêsiyê xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî wek bertekeke normal ji ber tinebûna aramiyê li herêmê bi nav kir û daxwaz kirin ku derketinên li dijî dagirkeriyê zêdetir bibin heta rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê.

Bangewaziyên ji bo domandina xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî
10 hezîran, 2022   06:14
HESEKÊ - OLVA HAC MENSÛR

Bi gefên serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bihaneya avakirina "herêma ewle" re, li herêmên dagirkirî xwepêşandan ji bo bidawîkirina dagirkeriya li wan herêman hatin lidarxistin, di heman demê de jî dagirkeriya Tirk êriş û topbarana xwe ya li ser welatiyên herêmê didomîne.

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî di hefeteya borî de xwepêşandan li dijî dagirkeriya Tirk hatin lidarxistin. Xwepêşendêran banga bidawîkirina dagirkeriyê kir û daxwazên wan bi rêya sloganên "Sûriya azad e, dewleta Tirk derkeve" diyar bûn. Ev xwepêşandan bi bilez derbasî deverên din wek bajarê Marê, Ezaz, Bab û Soran ê rojhilatê Helebê, bûn.

Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî û daxwaza bidawîhatina dagirkeriya Tirk tê de kirin, hêviyên sûriyan di redkirina dagirkeriyê û destwerdana derve de vejandin.

Welatiyê bi navê Beşar Xatî ku ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye, got: "Em piştgiriya xwepêşandêrên li Efrînê dikin û divê tevahiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê şêniyên Sûriyê bi giştî piştgiriyê bidin wan. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya êrişên xwe xaka Sûriyê dagir bike û serdema Osmaniyan vejîne."

Xatî wiha domand: “Çawa Erdogan behsa herêma ewle dike, li herêmên dagirkirî, tevliheviya ewlehiyê heye. Bûyerên li wan herêman rû didin, berovajî îdiayên Erdogan in. Wî herêmên dagirkirî kirine çavkaniya sûcên hovane."

Her wiha Xatî wiha pê de çû: "Dagirkerî bi bihaneya hebûna terorê êrişî herêmên me dike, lê ev tenê bihane ne. Ew wan îdiayan bi armanca têkbirina aramiya herêmê û binxistina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku gelek serkeftin bi dest xistin, diafrîne."

Xatî di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê dev ji xaka xwe bernedin û rê nedin dagirkeriya Tirk ku xaka Sûriyê dagir bike û ji gelê Sûriyê xwest ku li hember êrişan û guhartinên demografiyê xwedî helwest bin.

Girêdayî heman mijarê, welatiyê bi navê Elî Salih sedemên lidarketina xwepêşandanan li herêmên dagirkirî, vedigere têgihiştina xwepêşandêran rastiya dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê ku armanc dike axa Sûriyê dagir bike û ev li gotinên xwe zêde kir: Em bi wan re ne û hêvî dikin ku hemû herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bên rizgarkirin."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Numan Erebo diyar kir ku armanca rastîn a destwerdana yekser a dagirkeriya Tirk di Sûriyê de, ne avakirina herêma ewle ye mîna ku îdia dike, lê belê ew hewl dide serdema osmaniyan vejîne.

Erebo wiha berdewam kir: "Ewlehî û aramî li herêmên dagirkirî tine ye, ew herêmên me dagir dike û tê de kirêtirîn sûcan bi destê çeteyên xwe pêk tînin. Ev tiştên ku li wan herêman pêk tên nîşana wê yekê didin ku îdiaya dewleta Tirk a dagirker sexte û ne rast in. Her wiha xwepêşandanên dawîn jî tenê bertekine normal in li hember tinebûna aramiyê li wan herêman."

Numan Erebo di dawiyê de destnîşan kir ku berdewamkirina xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî û li tevahiya Sûriyê rêya rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê ya dagirkirî ye û piştgiriya xwe ji wan xwepêşandanan re nîşan da.

ANHA