'Rêveberiya Xweser li hember projeya 'bicihkirina penaberan' xebateke diplomatîk pêk tîne'

Emîne Osê diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hemberî projeya rejîma Tirk a dagirker a bicihkirina milyoneke penaberên sûrî û dagirkeriyeke nû ya muhtemel xebateke diplomatîk a berfireh pêk tîne. Her wiha hişyarî da ku ji ber polîtîkayên Tirkiyê Sûriyê bi xeteriya parçebûnê re rû bi rû ye.

'Rêveberiya Xweser li hember projeya 'bicihkirina penaberan' xebateke diplomatîk pêk tîne'
10 hezîran, 2022   05:18
REQA – EHMED ESAF

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk destwerdana karûbarên Sûriyê dik da ku planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne. Dewleta Tirk piştî ku Efrîn , Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, behsa projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî dike.

Siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas, şêxên eşîran got "projeya bicihkirina penabran" ji projeya guhrtina demgrafîk xetertir e  ku heger pêk were dê dewleta Tirk bi rêya wê tevliheviyeke daîmî û demdirêj di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de derxîne.

Di vê der barê de Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê anî ziman ku daxuyaniya serokê hikumeta Tirkiyê Erdogan ya der bicihkirina milyonek penaberên sûrî li seranserî xeta sînor de projeya osmanî ya berfirehkirin û sepandina parçekirinê li Sûriyê bi giştî eşkere dike.

Emîne Osê îşaret pê kir ku armanc ji vê projeyê ew e ku tevliheviyeke daîmî derxîn û dewleta Tirk demdirêj sûdê jê bigre da ku tevahî herêmê bixe bin serweriya xwe de.  Emîne Osê bi domdarî got: "Ne tenê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê projeyê red dikin, heman demê tevahî gelê Sûriyê red dikin, Ji ber  dizanin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyê û derxistina tevliheviyê di navbera gelê Sûriyê de ye."

Emîne Osê diyar kir ku ji xebatên girîng ên Rêveberiya Xweser, li hembr vê plana xeter bisekine û wiha got: "Ji ber ku Rêveberiya Xweser parçeyek ji Sûriyê ye, dixwaze ku Sûriya pêşerojê dewleteke demokratîk be. Rêveberiya Xweser ne li dijî vegera koçber û penaberan li warê wan e lê bi vê rêbaza ku mîna guhertina demografî ye.'

Emîne Osê  destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser gelek caran bang li koçber û penaberên sûrî kir ku li kîjan deverê bin vegrin welatê xwe û da zanîn ku berpirsiyariya yekemîn dikeve ser milê tevahî gelê Sûriyê, Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê ku li hember planên xeter în dewleta Tirk bisekinin.

Emîne Osê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê jî Rêveberiya Xweser bi rêya nûner û têkiliyên xwe yên diplomatîk bi hemû hevalbendên xwe hişyarî ji xeteriya vê projeyê û çawaniya rêgirtina li hemberî wê nîşan dide. Helbet dê ev gav ne hêsan be. Rêveberiya Xweser her tim eşkere dike û dibêje ku ew ji diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkan re amade ye ku çi bi hikumeta Şamê re yan jî bi dewletên derdor re be. Ew her tim amade ye ku li hember van planên leşkerî bisekine ku heger gefên leşkerî yan jî bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî be."

ÎSKENDERONA NÛ

Emîne Osê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Helbet em xwesteka Tirkiyê ya ferzkirina Îskenderona nû li Sûriyê  dûr naxin. Dewleta Tirk hewl dide sûdê ji rewşa navneteweyî bigre."

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji bo AKP'ê projeya bicihkirina penaberan mijara hebûn û nebûnê ye. Heger ev proje pêk were dê çarenûsî di serdestiyê de be, serweriya xwe li ser Sûriyê, Iraq û dewletên derdor ferz dike û heger têde bi bin bikeve encama wê dê çûna ber bi sîstema demokratîk ve be."

Emîne Osê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji ber wê jî em di Rêveberiya Xweser de dibêjin weke ku ev proje ji bo hikumeta AKP`ê çarenûsî ye da ku aloziya xwe derbas bike, ji bo Rêveberiya Xweser re jî çarenûsî ye. Ew pêvajoya hebûn û nebûnê ji bo Rêveberiya Xweser be. Ji bo vê yekê jî bi hemû derfetên heyî yên siyasî û diplomatîk û heta civakî jî bi rêya çalakiyên şermezarkirina van siyasetan em ê vê projeyê bisekinînin."

Emîne  Osê got, Rêveberiya Xweser amade ye li hember vê projeya ku dixwaze Sûriyê parçe bike yan tevleheviyê di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de derxîne, bisekine.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî nirxandinên, projeya bicihkirina penaberan nehatiye qebûlkirin. Helwestên hin dewletan eşkere bû ku dijberî vê projeyê bû û îşaret bi xeteriya vê projeyê kir. Ev jî nayê wateya ku hevalbendên dewleta Tirk ku sûdê ji vê projeyê digrin, tune ne."

(bx)

ANHA