'Bi yekitî û hevgirtinê dê planên dewleta Tirk têk biçin'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga girîngiya hevgirtin û yekitiyê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir, her wiha diyar kir ku ew bi vebijêrka berxwedanê ve girêdayî ne.

'Bi yekitî û hevgirtinê dê planên dewleta Tirk têk biçin'
9 hezîran, 2022   06:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawî de dewleta Tirk êriş û gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li ser Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê heta Efrîn û Şehbayê  zêde kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dewleta Tirk û êrişên wê şermezar kir û diyar kir ku dê bi hemû rêbazên heyî parastina herêmê bike. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku li hember dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Şêniyên bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku ew bi xeta berxwedanê ve girêdayî ne kir û banga girîngiya hevgirtin û yekitiyê kirin.

'ARMANC RÊVEBERIYA XWESER E'

Welatiyê bi navê Ehmed Mele Hisên ku ji bajarê Hesekê ye got êriş û gefên dewleta Tirk Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û wiha axivî: "Ji ber projeya li ser pîvana biratiya gelan xeteriyê li ser sîstema wê ya desthilatdar û hundirê Tirkiyê, dibîne. Her wiha ditirse ku gelê Tirkiyê sîstema Rêveberiya Xweser di sîstema deshilatê de esas bigrin."

Ehmed Mele Hisên diyar kir ku berxwedan rêbaza yekane ya li hember dagirkerî û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha rêya yekane ya parastina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê  ye. Mele Hisên got: "Em nahêlin ku tu dest destdirêjî destkeftiyên Rêveberiya Xwser bikin."

Welatiya bi navê Foza Yûsif jî diyar kir dewleta Tirk şerê Şoreşa 19`ê Tîrmehê dike ku li dijî zilm û koletiyê derket û banga azadî, edalet û demokrasiyê dike.

Foza Yûsif destnîşan kir ku ku hevgirtina hemû pêkhateyan û partiyên siyasî rêbaza yekane ji bo sekna li hember dewleta Tirk e ku tu kesî ji êrişên xwe yên bêpar nahêle.

Endamê Polîtburoya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Mislim Ebas jî got, ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweser ve gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine rawestandin û wiha domand: "Êrişên li ser herêmên me di sala 2012`an de û rêya destekdayîna ji çeteyan re, ji bajarê Serêkaniyê dest pê kir. Êriş ber bi bajarê Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve çûn û heta roja îro didome."

Mislim Ebas destnîşan kir ku çavnebariya dewleta Tirk Ii Sûriyê û Iraqê bi awayekî eşkere di sala 2019`an de di pêkanîna Mîsaqî Millî de û bangên Erdogan ji bo avakirina "herêma ewle" li seranserî sînorê Sûriyê – Tirkiyê de eşkere bû, nexasim dema ku peyamanên agirbestê bi Rûsya û DYA`yê re li herêmê îmze kir.

Ebas got êriş bi rêya hedefgirtina kesayetên welatparêz bi balafirên bê mirov, qutkirina ava stasyona Elok ji ser bajar Hesekê, şerê çapemenî û piskolojîk û leşkerkirina sîxuran li herêmê didome.

Mislim Ebas jî got êrişên dewleta Tirk li dijî sîstema Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk a Ii herêmê ne ku Ii ser esasê pîvana biratiya gelan, jiyana hevbeş hatiye avakirin û sîstemên deshilatdar ji vê yekê ditirsin.

'YEKITIYA GELAN DÊ PLANÊN ERDOGAN TÊK BIBE'

Rehed El-Searan ê ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk di nava salên borî de tu cûdahî nexist navbera pêkhateyan, komkujî li dijî Kurd, Ereb û Suryanan pêk anî da ku împratoriya osmanî vejîne weke ku çawa dewleta Tirk bi hinceta ewlehiya neteweyî hewl dide xaka Sûriyê dagir bike.

Rehed El-Searan da zanîn ku yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teror têk bir, yekitiya xaka Sûriyê parast û dê planên Erdogan ên dagirkeriyê jî têk bibe. Read El-Searan bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor kir ku dawî li komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin.

 ‘BI ÎSRAR IN KU LI HEMBER DAGIRKERIYÊ DÊ LI BER XWE BIDIN‘

Welatiyê bi navê Emaş El-Ebdullah ku ji navçeya Til Hemîsê ye êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir, îşaret bi siyasetên dagirkeriyê kir ku cûdahiyê naxe navbera pêkhateyan de û wiha pêde çû: "Jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de û demokrasî xeteriyeke mezin li ser fikrên dektator ên dewleta Tirk çêdike ku armanca wê vejandina împaratoriya osmanî ye."

El-Ebdullah diyar kir ku projeya neteweya demokrtîk metisiyekê ji dewleta Tirk çêdike ji ber wê jî şerê vê projeyê dike ku ew jî çareseriya yekane ku  planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinîne.

Emaş El-Ebdullah wiha pêde çû: "Pêkhateyên herêmê rêya berxwedanê hilbijartin. Ew jî çareseriya yekane li hember planên dagirkeriyê ye. Em bi îsrar in ku li hember dagirkeran li ber xwe bidin. Em ne li hêviya destekdayînê ji tu hêzên derve ne. Ji ber em xwe dispêrin hevgirtina xwe û em dikarin xwe li gorî rêgeza xweparastinê, xwe biparêzin."

'DIVÊ EM XWE BISPÊRIN RÊGEZA XWEPARASTINÊ'

Welatiyê bi navê Hesen Sadûn ê ji navçeya Til Birakê ye got armanc ji êrişên dawî yên dewleta Tirk ew e tirsê di nava şêniyan de belav bike da ku gund û herêmên wan vala bike.

Hesen Sadûn bêdengiya navneteweyî  ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û destnîşan kir ku ji bo êrişan têk bibin divê hevgirtin li hember projeya osmaniya nû hebe ku bi bi rêya esasgirtina rêgeza xweparastinê herêmê biparêzin.

Welatiyê bi navê Elî Selama ku ji navçeya Fafîn a kantona Şehba ye bi bîr xist ku rojane kantona Şehbayê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin û got, gelek caran Kampa Berxwedan û gundê Um El-Hoş topbaran kirin.

Elî Selama wiha pêde çû: "Ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk Kantona Şehbayê dike hedef. Gelek caran komkujî pêk anî. Zarok û kalepîr qetil kirin. Bi sedan mal hilweşand. Armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku herêmê dagir bike û bi hinceta avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê Mîsaqî Millî pêk bîne."

Elî Selama di dawiyê de diyar kir ku armanc ji êrişan ew e ku şêniyan bitirsîne, da ku herêmê vala bike, dagirkirina wê hêsan bike. Her wiha anî ziman ku ji ber berxwedana şêniyên herêma Efrînê ji êrişan mezintire, plan û êrişên dagirkeran dê têk biçin.

Welatiya bi navê Zozan Hec Xelîl jî ku ji koçberên Efrînê ye û li navçeya Fafînê dijî ev tişt anî ziman: "Piştî ku em ji kantona Efrînê neçarî koçberiyê bûn, komkujî li dijî zarokên me pêk hatin, bêyî ku civaka navneteweyî tu helwestê nîşan bide. Dewleta Tirk dixwaze wê tecrubeyê li Kantona Şehbayê  bi rêya hedefgirtina me li navenda navçeya Til Rifet û navçeya Şêrawayê  dûbare bike."

Zozan Hec Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku ev sûc û gef li beramberî çavên Rûsya ku li Til Rifetê ye têne kirin û wiha got: " Tê zanîn ku Rûsya weke dewleteke garantor ji bo parastina welatiyan Ii herêmê ye. Lê tişta ku dike ne li gorî îdiyayên wê ye. Ji ber ew li hember sûcên têne kirin tu helwestê nîşan nade û bêdeng e."

Sûzan Hec Xelîl di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê li hember planên dewleta Tirk û sûcên çeteyên wê li ber xwe bidin.

Welatiyê bi navê Mihemed Ehmed jî ku ji Kantona Efrînê ye û li navçeya Ehres a kantona Şehbayê dijî teqez kir ku şêniyên herêma Efrînê yên di kamp û malên hilweşandî de dijî planên dewleta Tirk baş nas dikin û dê derfetê nedin dagirkeran ku armancên xwe pêk bînin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q45DKfQv1iA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>