Medya Haber TV: Bila dawî li êrişên li ser çapemeniya azad bê anîn

Medya Haberê bertek nîşanî girtina bi ser malên rojnamevanan li Amedê da û daxwaza berdana rojnamevanên destgîrkirî kir.

Medya Haber TV: Bila dawî li êrişên li ser çapemeniya azad bê anîn
8 hezîran, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Medya Haber bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina bi ser malên rojnamevanan li Amedê da û daxwaza berdana rojnamevanên destgîrkirî kir.

Daxuyaniya ji aliyê Medya Haber ve hatiye weşandin wiha ye:

 “Îro serê sibehê bi êrişa polîsan li Amedê gelek rojnameger hatin destgîrkirin. Hin saziyên medya û çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê û hin saziyên medyaya hewizê bi pey biheqkirina êrişên berpêyî rojnamevanan ketin. Gotin ku hevpîşeyên me ji ber ku bernameyên Stêrk TV û Medya Haber Tv çêkirine hatine destgîrkirin.

Girtekên destgîrkirinê nedane parêzerên hevpîşeyên me bixwe jî. Lê hin saziyên çapemenî û weşandinê tevî vê, televizyonên me kirine hedef û nûçeyên bêesl û fesil ên ne li gor exlaqê rojnamegeriyê serwîs kirine.

Em wek Medya Haber Tv ji sala 2017‘an a me dest bi weşanê kiriye me giringî pê da ku em ji rêgêzên kevneşopiya çapemeniya azad tu tawîzan nedin û ji ser rêça heqîqetê şaş nebin. Me li weşanên xwe, li gor standardên rojnamegeriya navneteweyî û li gor pîvanên heq, huqûq û edaleta gerdûnî dewam kir. Di serî de gelê Kurd em di hewila danbihîstina dengê gelên cîhanê, yên biwêdekirî, jin û komên baweriyên cuda, bindest û kedkaran de ne.

Li dijî zext û manîpulasyona li ser civakê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê, weşana me ya xwe ji ser rêça heqîqetê şaş nekir her tim rû bi rûyê êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê bû. Ev nûçeyên îro li gor dezenformasyonê hatinê çêkirin jî nîşaneyên giring ên vê ne.

Em nûçeyên saziyên çapemeniyê yên ji aliyê derûdorên nepenî ve tên serwîs kirin ku televizyonên me wek hedef nîşan didin bi tundî red dikin.

Em cardin ji raya giştî ya demokratîk re radigihînin ku em ê li dijî hewldanên veşartina rastiyê ji civakê yên desthilatdariya faşîst, xwe ji ser rêça heqîqetê şaş nekin. Bila hevalên me demildest werin berdan û dawî li êrişên li ser çapemeniya azad bê anîn.“