Rêxistinên hiqûqî li hemberî êrişên dagirkeriyê bang kirin

Rêxistinên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber metirsiyên êrişeke nû ya dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, hişyarî da û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember planên mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker helwesteke cidî nîşan bidin.

Rêxistinên hiqûqî li hemberî êrişên dagirkeriyê bang kirin
8 hezîran, 2022   14:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êriş û gefên dewleta Tirk bi fikar in ku wan êrişan li ser ewlehiya herêmê xeter dibînin.

Girêdayî mijarê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê bi daxuyaniyeke hevbeş û Yekitiya Parêzerên Minbicê bi daxuyaniyeke cuda, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Bi dehan endamên rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê û endamên yekitiyên Kampa Serdem li gundê Til Susin ê kantona Şehbayê tev li xwendina daxuyaniyê bûn ku berdevkê rêxitsina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo û endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Lezgîn Kor Nasan xwend.

Daxuyaniya Yekitiya Parêzeran a Minbicê bi beşdarbûna endamên yekitiyê li pêşiya navenda yekitiyê  ji aliyê parêzer Omer Berkel ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye û Sûriye ya sûriyan ne û çareserî bi rêbazên aştiyane pêk tê ne bi destwerdanê û dagirkirina herêmên din.

Her wiha di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Em hemû êrişên li dijî ewlehiya me şermezar dikin û em ê li hemberê tê bikoşin.”

`AVAHIYÊN MÊTINGER YEK JI MOTÎVÊN BERDEWAMKIRINA DAGIRKERIYA TIRK A LI SER HERÊMÊ YE`

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku guhertina demografiya herêmên dagirkirî, avakirina avahiyên mêtingeriyê bi finanseya rêxistinên tirkî, kendavî û filistînên 1948`an berdewam in û ev agahî hatin parvekirin: “Zêdetirî 15 hezar avahiyên mêtingeriyê bi desteka rêxistinên ixwanî yên Kendavê mîna Komeleya Eyadî Beyda, Kiwêt Rehme û Bunyan a Qeterê û gelek rêxistinên din li Efrîna dagirkirî hatin avakirin, ku di mayînedkirina dagirkeriya Tirk li herêmê de kar dikin. Gava yekemîn dagirkirina Efrîn û herêmên dagirkirî bû, bicihkirina sûriyên herêmên din li şûna şêniyên resen û avakirina avahiyên mêtingeriyê gava duyemîn bû ku motîva sereke ya berdewamkirina dagirkeriya Tirk a li ser herêmê ye.”

`ENCAMÊN TRAFEJÎK ÊN ÊRIŞA NÛ`

Di daxuyaniyan de îşaret bi gefa dawî ya dewleta Tirk a dagirker ku armanc dike êrişî herêmê bike hat kirin û hat gotin: “Dê encamên vê êrişê trajedîk, mîna senaryoya Efrînê bin ku zêdetirî 150 hezar şêniyên resen hatin koçberkirin û dê di bin navê qaşo herêma ewle de, guhertina demografiyê bidome.”

BANGEWAZÎ

Di daxuyaniyan de bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, hemû parlamentoyên cîhanê, parlamentoya Yekitiya Ewropayê hat kirin ku li hember van gefan helwesteke cidî nîşan bidin, girtekên pêwîst bigire û rê nedin dewleta Tirk ku li ser hesabê gelê Sûriyê ew herêma ewle ku behsê dike, ava neke û hemû gelên herêmê biparêzin.

(şx)

ANHA