​​​​​​​'Heta kujerên Çelebî neyên eşkerekirin, em ê dest ji dozê bernedin'

Komeleya Karkerên Mezopotamya tevî astengiyan kombûn û daxwaza eşkerekirin û cezakirina kujerên welatparêzê Kurd Mehmed Zekî Çelebî li berpirsên YNK’ê û asayîşa Silêmaniyê kirin. Komeleyê got, ger kujerên Çelebî neyên eşkere kirin, wê helwesta neteweyî ya YNK’ê bikeve di jêr gumanan de.

​​​​​​​'Heta kujerên Çelebî neyên eşkerekirin, em ê dest ji dozê bernedin'
8 hezîran, 2022   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Komeleya Karkerên Mezopotamya û malbata Mihemed Zekî Çelebî li ber avahiya Polîtbûroya YNK’ê ya li Silêmaniyê kom bûn. Dema girseyê xwest daxwaznameyek pêşkêşî Polîtbûroya YNK’ê bikin, ji aliyê parêzvanên polîtbûroyê ve hatin astengkirin û dûrxistin.

Tevî astengiyan, Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li nêzî avahiya polîtbûroya YNK’ê kombûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ji aliyê Mihemed Tahir Çelîk ve daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin 23 roj di ser qetilkirina Mehmed Zekî Çelebî re derbas dibe, lê heta niha aliyên siyasî yên Silêmaniyê û hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê bi fermî ti daxuyaniyek ji bo raya giştî nedane.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Hevalê me Zekî li cadeya Bextiyarî ku cadeya herî qerebalix a Silêmaniyêye li ber gelek kamerayên çavdêriyê hat qetilkirin. Lê ecêbe piştî 23 rojan ne polîs, ne asayîşa Silêmanî û nejî YNK ti beyanameyek nedane.

Ji ber ku di asta yekem de bajarê Silêmaniyê ji aliyê YNK’ê ve tê birêvebirin û parastin û ewlehiya wê di dest asayîşa Silêmaniyê de ye, em li vir çend pirsyarek ji YNK’ê dikin; Heta niha we derbarê vê bûyerê de lêkolîn kiriye? Ger we kiribe encama wê çiye? Kes li ser bûyerê hatiye girtin? Ev bûyera terorê ji aliyê kê ve, çawan û çima hat kirin? Çima li beramber de bêdengin?Ev bêdengî, dadwerê dozê û lêkolîna wê dixe di jêr gumanan de.”

Di dirêjahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dîdara YNK’ê de Bafil Talebanî peyamek giring derbarê helwesta YNK’ê ya ji bo Kurdên parçên din ên Kurdistanê da. Hat gotin: “Ji bo vê çendê em rasterast daxwaz ji serkirdayetiya YNK’ê dikîn me biparêzin û rê nedin êrişên dewleta Tirk ên li ser jiyana me. Pêwîste bizanin ger YNK û asayîş berpirsyartiyên xwe bi cih neyînin, wê demê wê helwesta YNK’ê ya neteweyî bikeve di jêr pirsyaran de.”

Di beşek din a daxuyaniyê de hat gotin, wek komele û malbata Mihmed Zekî Çelebî ew daxwaz dikin berpirsên YNK’ê û asayîşa Silêmaniyê derbarê bûyerê de encamên ku bi dest xistine bi wan û raya giştî re parve bike. Her wiha berpirsyartiya xwe ya ji bo parastina wan bi cih bînin.

Di dawiyê de jî hat gotin, heta kujerên Çelebî neyên dîtin, destên di pişt bûyerê de ji bo raya giştî neyên eşkerekirin, ew ê di çalakiyên xwe yên cûda cûda de berdewam bikin û dest ji dozê bernedin. Hat gotin, ger kujer neyên dîtin û cezakirin, wê metirsiya li ser jiyana wan hemûyan çêbe.