'Xweparastin rêya şikandina êrişên dagirkeriyê ye'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dewleta TIrk a dagirker û gefên wê yên li ser herêmê girîngiya xweparastinê destnîşan kirin.

'Xweparastin rêya şikandina êrişên dagirkeriyê ye'
8 hezîran, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûne, ji Şehbayê heta bi Til Temir û Zirganê. Di heman demê de amadekariya artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkeriyeke nû li herêmên Sûriyê derdikeve pêş,  ku armanca wê koçberkirina şêniyên resen ên deverên dagirki û bicihkirina koçberên sûrî tê de û guhartina demografiya herêmê ye.

Helwest û bangên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê sekna li hember planên dewleta Tirk a dagirker û parastina herêmê li gel hêzên QSD'ê, bilind dibin.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê  Hisên Bekarî têkildarî vê mijarê got, divê gel bibe yek û li dijî êrişên faşîzma Tirk bisekinin û gefên wê yên li ser herêmê rawestînin.

Bekarî wiha domand: "Di van herêman de em bi aştî û aramî dijîn û wekheviyek û jiyaneke hevpar di navbera pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd û Çerkes, Turkmenan de heye, bi berxwedana gel em ê herdem serkeftî bin."

Ji bo sekna li hember êriş û metirsiyên li ser herêmê, Bekarî anî ziman ku komîn dikarin şêniyan bi rêxistin bikin ku her taxek bi xwe parastina xwe bike, ew jî li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî ye ku xweparastina gel teqez dike.

Di heman çarçoveyê de, welatiya bi navê Rabia Bekro ya ji bajarê Minbicê got: "Dewleta Tirk a dagirker gefan li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ji ber wê jî divê gel xwe bi xwe biparêze, em naxwazin ji xaka xwe koçber bibin."

Rabîa Bekro da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êriş û gefên xwe ew e ku gel ji hev bixe û aşitiya ku tê de dijî têk bibe.

Rabia Bekro diyar kir ku çar pêkhate li Minbic û gundewarên wê bi hev re dijîn û divê tev bibin yek ji bo bikaribin parastina bajarê xwe bikin.

Rebia Bekro bi domdarî got: "Divê rola jinan di parastinê de mezin be, alîkar û xizmetên tenduristî û lojîsîk pêşkêşî birîndar bikin. Her wiha gelek jinên şervan xaka xwe diparêzin. Divê hemû ji bo parastina herêmê hevgirtî bin. Erka parastin ne tenê ji hêzên leşkerî tê xwestin, lê belê dikeve ser milê her kesî."

Rabia di dawiya axaftina xwe de îşaret pê kir ku  ku gefên dagirkeriya Tirk ne tenê leşkerî ne, di heman demê de bi rêya belavkirina madeyên hişbir û cureyên cuda yên şerê çapemeniyê civakî dike û got: "Ji ber wê jî divê em tev baldar bin û bibin yek ji bo em gefan bişikînin, çi gefên ji derve çi jî yên ji hundir be.''

KOÇBERÊN EFRÎNÊ: ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ MISOGERIYA RIZGARKIRINA EFRÎNÊ YE

Koçberên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya kantona Şebayê dimînin, li gor bingeha şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin kirine û berxwedana xwe heta misogerkirina rizgarkirina Efrînê didomînin.

Di heman çarçoveyê de jî, welatiyê bi navê Reşîd Mihemed ê ku ji Efrînê koçberî kampa Serdemê ya Şehbayê bûye dibêje: "Armanca artêşa Tirk a dagirker ji dagirkirina Efrînê ew bû ku me û nasnameya me tine bike, lê ne berxwedaneke bêhempa da meşandin ku heta niha jî berdewam e."

Mihemed bi domdarî got: "Tevî rewşên xerab ku em di kampan de derbas dikin û tevî topbarana rojane ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ew nikarin îradeya me bişikênin; ji ber ku em dev ji xaka xwe bernadin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin."

Mihemed Ehmed Reşîd da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di zehmetiyên hundirîn ên siyasî û aborî de ye, ji ber wê jî dixwaze gelê xwe razî bike û bi rêya pêkanîna operasyonên leşkerî yên dagirkirinê û topbarana xwe ya rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bala wan ji ser wan zehmetî û krîzan dûr bike.

Mihemed Ehmed Reşîd wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Berxwedana me hevsengî berovajî kir. Xwestin me ji xaka xwe koçber bikin û nasnameya me tine bikin, lê berxwedana me di kampan ji cîhanê re îsbat kir ku berxwedana me ji siyasetên wan ên qirêj xurtir e."

Ji aliyekî din ve, jina bi navê Fîdan Elî got: "Tevî ku dewleta Tirk a dagirker topbarana xwe li ser deverên nêzîkî kampan didomîne jî, lê em ê berxwedana xwe bidomînin û rê nedin dagirkeriyê ku îradeya ne bişikîne."

Di dawiya gotina xwe wiha anî ziman: "Wek çawa me 58 rojan li Efrînê di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li ber xwe da, em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin da ku em bibin agir li dijî dagirkeriya Tirk."

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/i2L9MywCzus" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>