Balyozê Rûsyayê yê li DYA’yê: Diyaloga Rûsya û DYA’yê pir lawaz e

Balyozê Rûsyayê yê li DYA’yê Anatoli Antonov got diyaloga siyasî di navbera Rûsya û DYA’yê de pir lawaz bûye û di çarçoveya nîqaşkirina dozên teknîk de sînordar maye.

Balyozê Rûsyayê yê li DYA’yê: Diyaloga Rûsya û DYA’yê pir lawaz e
8 hezîran, 2022   07:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Rûsyayê yê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anatoli Antonov anî ziman ku diyaloga siyasî ya Rûsya-DYA’yê di asteke pir lawaz de ye û got: “Bawerî qels dibe, hevkarî heta di dozên hevbeş de jî têk diçe. Tenê mijarên teknîk tên nîqaşkirin.”

Antonov da zanîn ku her du alî têkildarî îstiqrara stratejîk niha tu diyalogan pêk naynin û diyar kir ku ew yek şaş e, ji ber ku cîhan tedbîrên berbiçav ji her du welatan hêvî dike.