MÎT’a Tirk li Stenbolê efrîniyek revand

MÎT’a Tirk li bajarê Stenbolê welatiyekî ji navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî revand.

MÎT’a Tirk li Stenbolê efrîniyek revand
8 hezîran, 2022   07:35
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, MÎT’a Tirk 5’ê Hezîranê welatiyê bi navê Mihemed Salih ê ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, li bajarê Stenbol ê Tirkiyê revand.

Heman çavkaniyan da zanîn ku MÎT’ê Mihemed Salih bêyî tu tawanan revandiye û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Gelek welatiyên kantona Efrînê yên ji bo kar berê xwe daye Tirkiyê, li bajarên Tirkiyê tên revandin. Ew yek jî berdewama sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk e.

(fr)

ANHA