Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê dest bi projeyên xwe kirin

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şaredariyên gel ên herêma Firatê, her wiha Şaredariya Gel a Dirbêsiyê gelek proje pêk anîn û rêyên sereke û kolanan qîr dikin.

Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê dest bi projeyên xwe kirin
8 hezîran, 2022   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê hewl didin xizmetguzariyê ji welatiyan re pêşkêş bikin. Bi hatina havînê re werşeyên şaredariyan dest bi projeyên nû kir.

Li taxa Şêxmeqsûd gelek welatiyan giliya xitimîna kanalîzasyonê ji şaredariyê re kir. Li ser vê yekê şaredariyê dest bi şopandina rewşa torê li aliyên rojava û rojhilat ê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Paşê Komîteya Xizmetguzarî xeta bi dirêjahiya 600 metre li her du taxan kanalîzasyon sererast kir. Her wiha komîteyê 150 rogar paqij kirin.

Şaredariya Gel di nava hefteyên pêş de dê dest bi projeya guhertina xetên kanalîzasyonê û rijandina xîzê li kolanên her du taxan bike.

PROJEYÊN NÛ Û REŞANDINA DERMANÊ KELMÊŞAN

Di nava projeyên îsal de Nivîsgeha Pîşeyî û Komîteya Xizmetguzariyê yên şaredariyê di vê mehê de dê dest bi qîrkirina rêyên sereke li taxa Eşrefiyê û rêyên ber bi aliyê rojhilat û rojavayê taxa Şêxmeqsûd ve bi rûbera 20 hezar metrekab bikin.

Her wiha Nivîsgeha Pîşeyî dê hefteyê 3 rojan; sêşem, çarşem û pencşemê, dermanê kelmêşan bireşîne.

Hevseroka Şaredariya Gel a Helebê Fatme Heyder got ew giliyên welatiyan dişopînin û li gorî derfetên xwe di zûtirîn demê de çareser dikin.

Fatme Heyder wiha domand: "Kanalîzasyona li taxê gelekî xerab bûye. Me gelek borî guhartin. Her wiha gelek projeyên sererastkirina wan jî hene."

LI HERÊMA FIRATÊ ŞAREDARIYÊN GEL DEST BI PROJEYAN KIR

Şaredariyên gel ên herêma Firatê li hemû bajar, navçe û gundewarên wê dest bi projeyên xizmetguzariyê kir.

Xebatên Şaredariya Gel a Kobanê ji destpêka îsal ve nehatine rawestandin. Şaredariyê torên kanalîzasyonan û pirên ku ji ber lehiyan xerab bûne, sererast kirin û her wiha xîz li rêyan kir.

Şaredariya gel dest bi xebata xwe kir û projeyên ji destpêka Gulanê ve pêk anîne, eşkere kirin. Di 25’ê Gulanê de rê qîr kir, hin herêmên torên kanalîzasyonê lê tune bûn, çêkirin.

Ji wan projeyan, danîna boriyên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 830 metreyî li navçeya Sirînê, başkirina binesaziya kanalîzasyonan li hin taxan, danîna têlan li derdora daristanana Kobanê, ronîkirina wê.

Hevseroka Komîteya Şaredariyan a herêma Firatê Meqbûle Bekî têkildarî mijarê wiha axivî: "Hemû şaredariyên li herêma Firatê dest bi xebatên xwe kirin. Şaredarî li gorî planên rêxistinî û budçeya ku jê re hatiye diyarkirin, dê bixebitin."

Girêdayî Kobanê jî Meqbûle Bekî wiha anî ziman: "Em ê hemû derfetên xwe bi kar bînin da ku çêkirina kanalîzasyona di hundirê bajar de bi dawî bikin, da ku pêşî li pirsgirêkan di dema karesatên xwezayî de bigirin, mîna lehiyên îsal çêbûn."

Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê budçeyek bi 2 milyon û 500 hezar dolar ji herêma Firatê re veqetandiye.

QÎRKIRINA RÊYA HESEKÊ-DIRBÊSIYÊ

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê dest bi qîrkirina rêya Hesekê-Dirbêsiyê kir. Şaredariyê ji roja duşemê ve dest bi xebata xwe kiriye ku rêyê bi dirêjahiya 13 kîlometre qîr bike.

Der barê mijarê de ji rêveberên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Fadil Ehmed wiha axivî: "Me par proje bi dawî nekir ji ber stûrbûna qîrê ne li gorî dihat xwestin bû. Ew jî ji ber sedema xirabbûna di kargeha qîrê ya li bajarê Hesekê de bû."

Par rê bi 3 cm hatibû qîrkirin, lê îsal şaredariyê kir 5 cm. Lêçûna qîrkirina wê digihîje 100 hezar dolarî.

Li gorî Fadil Ehmed piştî qîrkirina rêya Dirbêsiyê-Hesekê bi dawî bibe, dê dest bi qîrkirin û sererastkirina rê û kolanên di hundirê navçeya Dirbêsiyê û bajarokên girêdayî wê de bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kAsHMGbC5_U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>