Li Til Hemîsê dest bi çalakiya konvedanê hate kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvedanê li dar xist û banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

Li Til Hemîsê dest bi çalakiya konvedanê hate kirin
7 hezîran, 2022   13:47
QAMIŞLO

Di çalakiyê de ji rûspiyên Eşîra El-Şimar Ehmed Îbrahîm wiha axivî: "Em hemû êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Sûriyê û topbarana rojane, her wiha sûcên ku li herêmê pêk tîne, şermezar dikin."

Îbrahîm teqez kir ku hemû eşîrên herêmê dê di yek rêzê de li hember pilanên osmanî bisekinin ku dixwazin xaka Sûriyê dagir bikin û banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û rawestandina sûcên rojane yên dewleta Tirk a dagirker kir.

Paşê berdevka Kongra Star Sureya El-Hasid jî axivî û teqez kir ku armanca dewleta Tirk ne avakirina "herêma ewle" ye lê belê dagirkirina herêmên Sûriyê û tirkkirinê wê ye.

Sureya El-Hasid destnîşan kir ku dewleta Tirk dosyaya penaberên sûrî bi kar tîne da ku zextê li dewletên Ewropayê bike, ji bo destekê bidin wê û dengê xwe li hember sûcên ku li Sûriyê û tevahî herêmê pêk tîne, nekin.

Her wiha ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El-Îbrahîm jî diyar kir ku armanca kujer Erdogan ne tenê Kurd in lê belê Ereb jî û wiha domand: "Ji ber ku gelên herêmê xwedî li projeya neteweya demokratîk derketin ku hemû pêkhateyên herêmê hemêz dike.”

Di dawiyê de Salih El-Îbrahîm piştrast kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade ne ku li hember êrişên li ser herêmê bisekinin û ji bo pedaykirina aramî û ewelehiya herêmê her wiha parastina welatiyan, bixebitin.

(bx)

ANHA