Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Kesra Melek û Rahme Xezalî re xwest

Şêniyên Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Rahme Xezalî (Mizgîn Botan) û Kesre Melek ên ku di 30'yê Gulanê de di encama hedefgirtina erebeyan wan li ser rêya Sîkreka rojhilatê Qamişlo de şehîd bûbûn.

Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Kesra Melek û Rahme Xezalî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Kesra Melek û Rahme Xezalî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Kesra Melek û Rahme Xezalî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Kesra Melek û Rahme Xezalî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Kesra Melek û Rahme Xezalî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Kesra Melek û Rahme Xezalî re xwest
7 hezîran, 2022   13:21
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, siyasî û nûnerên hêzên leşkerî beşdarî merasimê sersaxiyê bûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hat vedan.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman axivî û got dagirkeriya Tirk bi sûcên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dixwaze vîna gel bişkîne, ji ber vê yekê jî bang li civata navneteweyî kir ku rê li ber van sûcan bigirin.

Kêfo bang li şêniyên herêmê kir ku bibin yek, asta têkoşînê bilind bikin û rêya şehîdan bişopînin.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mesûd Dawûd diyar kir ku roj bi roj berxwedana wan xurttir dibe û îro jî ji bo rûmeta gel canê xwe feda dikin.

Dawûd destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên li dijî herêmê zêde dikin da ku projeya neteweya demokratîk têk bibin, lê belê gelên herêmê li hember êrişên wan bê demg namîne.

Mesûd Dawûd di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku divê tevahî pêkhateyên herêmên bibin yek da ku planên dagirkeriya Tirk têk bibin.

Di merasîma de, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnemeya gerîla Raman Şêxmûs (Mezlûm Qamişlo) yê ku di 11'ê Sibatê de li Heftanînê di berxwedana li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, ragihand.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya konê sersaxiyê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Osman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de beşdariya PDK'Ê di êrişên li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê ku gerîla armanc dike, hatin şermezarkirin. Her wiha bang li Kurdan li her derê hat kirin ku li hember van êrişan bisekinin û siyasetên malbata xayîn li hember raya giştî ya kurdî eşkere bikin. Li aliyekî din bang li tevahî partiyên siyasî, kesayetên neteweyî, rewşenbîr û hemû beşên civaka Kurdistanê hat kirin ku helwesteke cidî nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de bang li cîhanê, bi taybet NATO û Ewropayê hat kirin ku destekdayîna leşkerî û locistîk a ji bo dewleta Tirk didin, rawestînin, ji ber ku wan di kuştina zarok û şewitandina gund û bajaran de bi kar tîne.  Her wiha bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin.

(dm)

ANHA