Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî  li Efrîna dagirkirî revandin

Çeteyên Firqeya Hemzat 3 welatî li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û birin cihekî nediyar.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî  li Efrîna dagirkirî revandin
7 hezîran, 2022   13:55
ŞEHBA

Li gor çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê, çeteyên Firqeya Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di 31’ê meha borî de 3 welatî ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê revandin.

Li gor çavkaniyê navên welatiyan wiha ne: Hisên Henan (30), Umer Tatûz (32) û Ferîd Ebdulqadir (33).

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çarenûsa welatiyan hîna nediyar e.

ANHA