Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li saziyên pêwendîdar dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hat kirin
7 hezîran, 2022   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzer Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan hefteyê du caran serî li saziyên navborî didin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin.