‛Em hewldanên PDK’ê yên temamkirina planên dorpêç û qirkirinê şermezar dikin’

Dayikên şehîdan û meclisên malbatên şehîdan gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên qirkirinê ku ji 17’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevkariya PDK’ê ve dimeşîne, şermezar kirin.

‛Em hewldanên PDK’ê yên temamkirina planên dorpêç û qirkirinê şermezar dikin’
7 hezîran, 2022   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewldanên PDK’ê yên temamkirina plana dorpêç û qirkirinê, dayikên aştiyê yên herêma Efrînê, dayikên şehîdan ên Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ya Qamişloyê daxuyaniyên cuda dan.

ŞEHBA

Bi dehan dayikên aştiyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li pêş navenda meclisê ya li gundê Til Qerah ê navçeya Ehrezê ya Şehbayê kom bûn.

Bi zimanê erebî endama meclisê Zehiye Yûsif û bi zimanê kurdî jî endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya herêma Efrînê Emîne Reşîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êriş û gefên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkiirin û hate gotin: "Em dayikên aştiyê yên herêma Efrînê tevahî êrişên derexlaqî ku hikumeta Tirkiyê û alîgirên wê yên xayîn pêk tînin, şermezar dikin. Her kesê destekê dide vê zîhniyeta şovenîst heqaretê li nirx û rûmeta gelê me dike."

Di daxuyaniyê de bang li sûriyan hate kirin ku bi taybet ên li herêmên dagirkirî ku bi erkên xwe yên neteweyî li hember van komployên dewleta Tirk a dagirker rabin. Her wiha bang li rêxistinên cîhanê yên parastina mafên mirovan hate kirin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin, van sûc û gefên rojane li dijî gelên herêmê bi dawî bikin.

TEBQA

Dayikên şehîdan ên li Tebqayê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi beşdariya PDK’ê bi rêya daxuyaniyekê şermezar kirin.

Dayika şehîd Xebat, Faîze Kor Bîlal daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana lehengane ya HPG’ê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk hate kirin û hate gotin: "Artêşa Tirk li wan herêman, tevî bikaranîna hemû cureyên çekên pêşketî û kîmyewî jî bi bin ket."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî leşkerên dagirkeriya Tirk bi destê gerîla derbên giran xwarin, li gorî agahiyên heyî PDK xwe amade dike ku vê care jî beşdarî êrişên li dijî HPG’ê bibe û herêmên gerîla dorpêç bike.

Dayikên şehîdan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev yek pir xetenak e, dê tevahî Kurd û Kurdistanê bi rêya şerekî navxweyî, ber bi têkbirinê ve bibe.

Di daxuyaniyê de hişyarî li ser xetere û şaşiyên dîrokî ku PDK’ê pêk tîne, hate dayîn û bang li tevahî hêz, partiyên kurdistanî, dayikên şehîdan û aştiyê hate kirin ku tev bigerin û serî li hember dagirkeriya Tirk û PDK’ê hildin.

Dayikên şehîdan di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê li dijî tevahî şêweyên şer û qetilkirinê li ber xwe bidin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi dehan malbatên şehîdan li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlan ê navçeya Girkê legê kom bûn, daxuyaniyek da û tê de gefên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Ebdulselam Bircis daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi hincetên dûrî rastiyê, dewleta Tirk û çeteyên wê hewl dide parçeyên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriye dagir bike da ku istîqrara herêmê derbe bike, guhartina demografîk pêk bîne û gelê resen, bi taybet Kurdan derxe.

Hat diyarkirin ku her çend rojan Erdogan û çeteyên wî gefên nû li dijî herêmê dixwin jî ku “herêma ewle” ava bike da ku koçber û çeteyan lê bi cih bike, her wiha armanc jê ew e ku guhertina demokratîk pêk bîne û îstîqrar, ewlehî û destkeftiyên herêmê derbe bike, xewnên xwe yên Osmanî pêk bîne û Mîsaqî Mîllî vejîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan van kiryaran şermezar dikin û soz didin şehîdan ku rêya wan bişopînin, destkeftiyên xwe biparêzin, yekîneyên xwe yên hundirîn xurt bikin. Wekî ku çawa me DAIŞ têk bir, em dê plan û siyasetên Erdogan ên terorîst jî têk bibin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HPG’ê roja duşemê bi daxuyaniyekê hişyarî da. Li gorî daxuyaniyê, peyamên rêveberekî PDK’ê, daxuyaniyên parêzgarê Dihokê û saziyên istîxbaratê ku gihaştin wan, diyar dibe ku PDK xwe amede dike da ku beşdarî şerê di navbera wan û dewleta Tirk de bibe.

(fr, dm)

ANHA