Fermandarekî Hevbendiya Fetih banga qewitandina hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir

Fermandarekî Hevbendiya Fetih banga kir ku tevahî hêzên dewleta Tirk ji xaka Iraqê werin derxistin û peymana bi rejîma berê re hatiye îmzekirin ku hişt dewleta Tirk bi 15 kîlometreyan derbasî Iraqê bibe, were betalkirin.

Fermandarekî Hevbendiya Fetih banga qewitandina hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir
7 hezîran, 2022   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarekî Hevbendiya Fetih Kerîm Ilêwî piştrast kir ku belavbûna hêzên dewleta Tirk li hundirê Iraqê û gihaştina ber parêzgeha Başîqayê, hinceta dewleta Tirk ya li dijî PKK’ê vala derdixe, ji ber ku li parêzgehê tu çalakiyên partiyê tune ne. Destwerdana hêzên dewleta Tirk di kûrahiya xaka Iraqê de metisiyan çêdikin, bi taybet peymangeha Lozanê dê nirxê xwe sala bê winda bike.

Ilêwî ji ajansa Melûma ya Iraqê re got, "Berjewendiyên dewleta Tirk ên vegerandina herêmên Iraqê ku di serdema Osmanî de hatibûn dagirkirin, hîna li gel serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan xewn in."

Ilêwî diyar kir ku bicihbûna hêzên Tirkiyê li hundirê Iraqê û gihaştina li parêzgeha Başîqa hincetên dewleta Tirk ên şopandina PKK’ê vala derdixe. Ji ber tu çalakiyên partiyê li parêzgehê tune ne û bi zêdetirî 200 kîlometreyan ji sînorên Iraq-Tirkiyê dûr e.

Li ser bicihbûna hêzên dewleta Tirk li kûrahiya Iraqê, Ilêwî ev tişt got: "Ev yek destpêka amadekariya hegemoniya li ser herêmên berê dewleta Osmanî dargir kiribûn û piştî Şerê Yekemîn a Cîhanê bi rêya peymana Lozanê ya 1923’yan ji dest dayî, ye."

Kerîm Ilêwî destnîşan kir ku ev firehbûna hêzên dewleta Tirk li kûrahiya xaka Iraqê metirsiyan çêdike, bi taybet peymana Lozanê dê nirxa sala bê winda bike. Divê hêzên dewleta Tirk ji tevahî Iraqê werin derxistin û peymana bi rejîma berê re îmze kiriye ku 15 kîlo metre derbasî Iraqê bibe were betalkirin.

(fr)