Malbatên Şehîdan: PDK`ê asta xiyanetê derbas kir, êdî bûye dijmin

Malbatên Şehîdan têkildarî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê got “PDK asta qirêjiya xwe bilindtir dike, HPG bi rêgirtina li ber şerekî navxweyî bi berpirsyariya xwe rabûye. PDK’ê asta xiyanetê derbas kiriye, êdî bûye dijmin.”

Malbatên Şehîdan: PDK`ê asta xiyanetê derbas kir, êdî bûye dijmin
7 hezîran, 2022   00:48
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê li dijî Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li hember van êrişan hêzên HPG û YJA Starê berxwedaneke dîrokî didin meşandin.

Têkildarî mijarê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid diyar kir ku tê zanîn ku PDK bi çi awayî xiyanet kiriye, li gorî planên dewleta Tirk a dagirker sûcan dike û got: “Me digot birayê me ne, lê mixabin kurdayetî bi wan re tune ye.”

Hêvî Seyid da zanîn ku li pêş çavê PDK’ê dewleta Tirk a qirker li ser tunekirina gelê Kurd planan datîne, ew jî diçe alîkariya wê dike û got: “PDK’ê asta xiyanetê derbas kir, em ji wan re dibêjin dijminên Kurdan. Ji ber ku aliyê ku li kêleka dijmin şer dike, dibe dijmin.”

`LEHENGIYA GERÎLAYAN PLANÊN ERDOGAN PÛÇ KIRIN`

Hevserokê Meclisa Malbatê Şehîdan Mehsûm Hesen diyar kir ku bi pêşengiya tevgera azadiyê Kurdistana azad tê mîsogerkirin û got: “Divê Kurd vê qonaxa dîrokî bi dest bixin. Lehengiya gerîlayan planên Erdogan pûç kirin.”

Mehsûm Hesen destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de haziriyên şerekî qirêjî li Başûrê Kurdistanê tê kirin û got: “Ev yek jî bi hevkariya PDK`ê ye, kiryarên PDK`ê ne nû ne. Dîroka PDK`ê gelekî qirêj e, destê wê bi şehîdxistina gelek ciwan û keçên Kurdan de heye. PDK`ê bi temamî xwe spartiye dewleta Tirk.”

Mehsûm Hesen got: “Niha PDK`ê asta qirêjiya xwe bilindtir dike. HPG di her milî de bi berpirsyariya xwe rabû, rê li ber şerekî navxweyî girt.”

Di dawiya axaftina xwe de Mehsûm Hesen bal kişand ser helwesta gelê Kurd li hemberî kiryarên PDK`ê û got: “Gelê me di her demê de bang li PDK`ê kiriye da ku dev ji kiryarên qirêjî berde.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen jî da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê şerekî dijwar bi teknîkeke giran û çekên kîmyewî dide meşandin û ji ber ku di vî şerî de bi ser neket, berê xwe dide pêkanîna planên cuda.

Mihyedîn Hesen bal kişand ser rola PDK’ê ya di şer de û got: “Divê PDK destekê nede dewleta Tirk, em li dijî beşdariya PDK`ê di şer de ne.”

Hesen destnîşan kir ku dem dema sekinîna li hemberî dewleta Tirk a dagirker e û got: “Ev qonax qonaxeke dîrokî ye.”

Mihyedîn Hesen di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku HPG berevaniyê li ber Kurdistanê bi giştî dike, ji ber vê yekê ew di her demê de piştgiriya wan dikin.

ANHA