​​​​​​​Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî berdewam bikin

PYD`ê ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî yên li Kurdistanê û siyasetên dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist. Şêniyan di civînê de gotin: “Em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî berdewam bikin.”

​​​​​​​Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî berdewam bikin
6 hezîran, 2022   19:05
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê li seyrengeha Beylesan kom bûn û tev li civînê bûn ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dar xistiye.

Di civînê de endamê rêveber ê PYD`ê Metîn Cîhad axivî û îşaret bi rola berxwedana destanî ya dîrokî ya gerîla li hember dagirkerên Kurdistanê kir û got: “Divê kurd li her derê cîhanê bi awayekî cidî li rewşa Kurdan binêrin û planên dijminan nas bikin.”

Her wiha teqez kir ku divê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civaka kurdî dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û mîrasa wê nas bikin ku ji bo parastina destkeftiyan gelek fedakarî kir, wê bi pêş bixin û nirxên wê yên menawî biparêzin.

Metîn Cîhad balkişand ser berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û got: “Divê karê me, birêxistinkirî be ji bo bandora wê di pêşerojê de mezin be. Divê em fêm bikin ku berxwedan û têkoşîn bingeha serkeftinê ye.”

Têkildarî mijarê, şêniya bi navê Şîrîn Dawûd ji ajana me re axivî û got: “Ev civîn gelek girîng in. Ji me re geşedanên dawîn şîrove dikin. Ev pêvajo, pêvajoyeke çarûnsî ye.”

Her wiha şêniyê bi navê Cuma Îbrahîm teqez kir ku dê piştgiriya hêzên leşkerî û ewlehiyê bikin da ku li hember hemû cureyên êrişan bisekinin.

(şx)

ANHA