​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-6-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-6-2022`YAN
6 hezîran, 2022   23:00

Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîdan Kesra Melek û şervana YPJ`ê Mizgîn Botan li goristana Şehîd Delîl Seroxan a li Qamişlo saet di 9:00`an de dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîs û şêniyên gundên derdorê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li dar dixin saet 10:00`an. (BIWÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Rimêlanê dide saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê li Goristana Şehîdan a Şehîd Dijwar merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ferhan Henan li dar dixe saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî çend salan ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, welatiyên sûrî yên li herêmên dagirkirî, rastiya Tirkiyê eşkere kirin û ji bo derketina artêşa Tirk ji Sûriyê dest bi xwepêşandanan kirin. Rojnamevanekî sûrî diyar kir ku gelê Sûriyê plan û projeyên dagirkeriya Tirk ên parçekirina Sûriyê, dizîn û talankirina xêr û bêra nas kiriye.(BI WÊNE)

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Ismaîl Mûsa teqezî bi girêdana şêniyên kantonê bi berxwedana li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û got:"Armanca dewleta Tirk ji avakirina qaşo herêma bi ewle, pêkanîna Mîsaqî Millî ye".(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji fermandarên QSD'ê Hisên Koçer got: " Heger şer çêbibe em ê bi ser bikevin û xaka me wê ji dijmin re bibe goristan. Çawa ku çeteyên DAIŞ'ê hatin têkbirin, wê bi destê zarokên herêmê wê pergala Tirk a faşîst jî têk biçe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Komeleyê Çerkesî ya Minbicê Samir Hebaq projeya bihckirin penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî, şibihand qirkirina Çerkesan sala 1864'an. Her wiha hişyarî da ku ev armanca van siyasetan, parçekirina welatê di navbera Tirkiyê û dewletên herêmî de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şervan Derwîş anî ziman ku herî zêde DAIŞ sûdê ji gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê digire û got, parastina herêmê erkekî civakî ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên Şehîdan têkildarî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê got “PDK asta qirêjiya xwe bilindtir dike, HPG bi rêgirtina li ber şerekî navxweyî bi berpirsyariya xwe rabûye. PDK’ê asta xiyanetê derbas kiriye, êdî bûye dijmin.(BI WÊNE Û DÎMEN)”

KURDISTAN

Sekreterê Giştî yê PDKS'ê Cemal Şêx Baqî hişyarî da û got: "Eger PDK`ê bikeve nava vî şerî û tev li komploya dewleta Tirk bibe,  wê zirarê nede PKK'ê yan jî xwe, lê belê wê Kurdistanê bixe nava rîskeke mezin." .(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Meclisa Jinan a PYD`ê panelek bi navnîşan Rola ragihandinê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de li hola Zana ya li Qamişloyê saet di 9:00`an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endam û rêveberên saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya gefan hewl dide êrişî herêmên navborî bike, ewlehî û aramiya herêmê têk bike. Her wiha rêxistina DAIŞ`ê vejîne û teqez kir ku hemû pêkhate dê dev ji xaka xwe bernedin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA