​​​​​​​Meclisa Kantona Şehbayê: Çeka me tenê berxwedan e

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Ismaîl Mûsa teqezî bi girêdana şêniyên kantonê bi berxwedana li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û got:"Armanca dewleta Tirk ji avakirina qaşo herêma bi ewle, pêkanîna Mîsaqî Millî ye"

​​​​​​​Meclisa Kantona Şehbayê: Çeka me tenê berxwedan e
7 hezîran, 2022   03:24
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Di heman dema zêdebûna êrişan li ser kantona Şehbayê û bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, serokê dewleta Tirk Erdogan gefa destpêkirina êrişeke nû ya dagirkeriyê û bi kûrahiya 30 km bi armanca avakirina qaşo "herêma ewle" xwar.

der barê vê mijarê de ajansa me hevdîtin bi cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Ismaîl Mûsa re kir.

Ismaîl Mûsa diyar kir ku piştî binketina çeteyên dewleta Tirk di nav de DAIŞ di dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dewleta Tirk bi xwe destwerdan kir, herêmên weke Bab û Cerablusê di sala 2016'an de dagir kirin, bi deh hezaran şêniyên wê yên Kurd koçbr kirin û bi vê siyasetê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin.

`DERXISTINA ÊRIŞAN`

Mûsa diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê êrişî herêmên Rêveberiya Xweser dike, lê belê êrişî Şengal û herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Her wiha Mûsa got:"Em nas dikin ku gefên Erdogan ên qaşo avakirina herêmeke ewle di hindirê xaka Sûriyê de bi armanca pêkanîna "Mîsaqî Millî" pêk tê ku di nav de bajarên Iraqê Musil û Kerkûk hene.

`BI PÊKANÎNA KOMKUJIYAN DIXWAZE OSMANIYA NÛ AVA BIKE`

Li aliyê din Mûsa balkişand ser êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Şehbayê û got: "Şehba ji kiryarên hov ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xilas nebûye. Tevî ku beşek ji xaka Şehbayê hatiye dagirkirin û demografiya wê tê guhertin û li wir sûc tê kirin, dagirker rojane bi çekên giran, hawan û dronan kantona Şehbayê dike hedef."

Mûsa bi berdewamî got: "Di encama vê siyasetê de di nava zêdeyî 5 salan de gelek komkujî pêk hatine, weke komkujiya Til Rifet û gundê Aqîbê. Her wiha bi armanca koçberkirina şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê bi sedan mal wêran kirin û şewitandin.”

Mûsa di dawama axaftina xwe de ev pirs kir, gelo dê Erdogan bi koçberkirina gelê resen herêmeke ewle çawa ava bike?

Ismaîl Mûsa got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker, li ser hesabê gelê Sûriyê pêkanîna xewnên pêşiyên xwe yên osmanî û avakirina împeratoya xwe li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê ye."

`LI HEMBER KOMPLOYAN BERXWEDAN ÇEKA ME YE`

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Ismaîl Mûsa di dawiyê de teqez kir ku tekane çeka li hember sûc û planên dagirkeriyê berxwedan e û got: "Divê hemû pêkhateyên Efrînê ji Kurd, Ereb û Tirkmen li hember dagirkeriyê bi berxwedan û bilindkirina asta têkoşînê girêdayî bin."

(şt)

ANHA