Bîlançoya avahiya hilweşiyayî ya li Îranê giran dibe: 41 kes mirin

Li bajarê Abadan a eyaleta Xûzistan a Îranê hêjmara kesên di avahiya hilweşiyayî de jiyana xwe ji dest da,  bûn 41 kes.

Bîlançoya avahiya hilweşiyayî ya li Îranê giran dibe: 41 kes mirin
6 hezîran, 2022   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Duşema 23’ê Gulanê li bajarê Abadan ku yek ji bajarên herî esas a eyaleta Huzîstanê ye, li kolana herî qerebalix avahiya bi 10 qat bi tevahî hilweşiya.

Li gorî ajansa nûçeyan Îrnayê, walî Îhsan Abbaspûr diyar kir ku di avahiya hilweşiyayî de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 41 û got: “Komên rizgarker hîna di bin enkazê de li hin cenezayên din digerin.”

Walî diyar kir, "Tîmên rizgarker hîn jî hewl didin ku cenazeyên din ên di bin xirbeyan de peyda bikin."

Piştî vê bûyerê ku yek ji karesatên herî kujer ên salên dawiyê ye, li seranserî welat ji bo nîşandana hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re û ji bo protestokirina rayedarên ku bi gendeliyê têne tawanbar kirin, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Çend roj piştî vê bûyerê, li Abadan û bajarên din xwepêşandanên şevê hatin lidarxistin.

Piştî hilweşîna avahiyê Şaredarê Abadanê û 2 şaredarên berê jî di nav de 13 kes hatin destgîrkirin.