Li Helebê têgehên mêtingerî û guhertina demografî hatin nîqaşkirin

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê ji bo gotubêjkirina encam û bandorên destwerdanên navneteweyî di Sûriyê de bi taybet dagirkirina bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, qonaxên guhertina demografiyê, cureyên wê û nêrîna civata navneteweyî ya qanûnî û siyasî li hember wê çi ne, panelek bi navnîşan Mêtingerî û guhertina demografiyê li dar xist.

Li Helebê têgehên mêtingerî û guhertina demografî hatin nîqaşkirin
Li Helebê têgehên mêtingerî û guhertina demografî hatin nîqaşkirin
Li Helebê têgehên mêtingerî û guhertina demografî hatin nîqaşkirin
Li Helebê têgehên mêtingerî û guhertina demografî hatin nîqaşkirin
Li Helebê têgehên mêtingerî û guhertina demografî hatin nîqaşkirin
Li Helebê têgehên mêtingerî û guhertina demografî hatin nîqaşkirin
Li Helebê têgehên mêtingerî û guhertina demografî hatin nîqaşkirin
6 hezîran, 2022   14:08
 HELEB

Panel li kafêya Talê ya Helebê ku li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas û kesayetên navdar beşdarî panelê bûn.

Di panelê de endama rêveber a Nivîsgeha Birêxistinkirinê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşrojê ya Helebê Leman Şêxo aixvî.

PÊNASEKIRINA MÊTINGERÎ Û GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ

/ar/uploads/files/2022/06/06/131517_lmaan-shykhw.webp

Di vî beşî de Leman Şêxo guhertina demografiyê, sedem, motiv, rêbaza pêkanîna wê û armancên wê, çawa demografiya Efrînê tê guhertin, helwest û biryarên navneteweyî yên têkildarî vê mijarê şîrove kirin û got: "Bêyî koçberkirina bi darê zorê em nikarin behsa guhertina demgorafî bikin. Li gorî qanûnên navneteweyî guhertina demgorafî kiryareke plankirî ye ku ji aliyê hikumet an hêzên siyasî an jî komên tundraw ve li hemberî komên entîkî, an olî an mezhebî tê kirin da ku xelkên resen ji warê wan bidin koçberkirin û li şûna wan kesên biyanî têne bicihkirin."

Leman Şêxo behsa guhertina demgorafiya Efrînê kir ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin.

TÊGEH Û BANDORÊN WÊ

Beşdarên panelê, di vî beşî de, têgehên siyasî, qanûnî, xîtabên şaş ên dûrî navarokê û pênaseyên fermî, encamû bandorên van naskirinên şaş gotubêj kirin.

Di nîqaşan de li ser girîngiya bikaranîna têgehan b iawayekî rast bi taybet di siyasetê de li gorî qonaxê hat teqezkirin.

`DEWLETA TIRK KÊMASIYÊN QANÛNÎ BI KAR TÎNE`

/ar/uploads/files/2022/06/06/131503_jbraeyl-mstfa.webp

Di vî beşî de parêzer Cibraîl Mistefa ku endamê dîwanê panelê bû, axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di dîroka xwe de hertim kêmasiyên qanûnî û siyasî bi kar tîne da ku destwerdana kar û barên dewletan bike.

Her wiha Cibraîl Mistefa guhertina demografiyê ya li Efrînê pêk tê, bi guhertineke bizanabûn bi nav kir ku veguheriye qirkirina çandî û li dijî hebûna nasnameya kurdî pêk tên. Armanc jî pêkanîna Mîsaqî Millî ye.

Beşdaran di dawiyê de, berxwedana li hember guhertina demografiyê ku li herêmên dagirkirî pêk tê, wek mafekî rewa sinifand.

(şx)

ANHA