​​​​​​​Li Efrînê çete bi hev ketin: Çeteyek birîndar bû

Li Efrîna dagirkirî careke din çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe bi xwe şer kirin.

​​​​​​​Li Efrînê çete bi hev ketin: Çeteyek birîndar bû
6 hezîran, 2022   15:56
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji Efrînê ji ajansa me re ragihand, li Efrîn di navbera çeteyên ''El-Hemzat'' û çeteyên ji eşîra El-Miwalî de şer derket.

Di encama de şer de çeteyekî ji koma ''El-Hemzat'' birîndar bû.

Çeteyên El-Miwalî jî li derdora Efrînê bendên kontrolê danîn û çeteyên girêdayî ''El-Hemzat'' digirin.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de aramî têk çûye, çete jî li ser parvekirina diziyan û qaçaxçîtiyê şerê hev dikin.

Di meha Gulanê de li bajarê Serêkaniya dagirkirî di navbera çeteyan de şer derketibû û gelek çete hatin kuştin û birîndar bibûn.

(şt)

ANHA