​​​​​​​Dema serjimariya li Hesekê hate dirêjkirin

Nivîsgeha Plansazî, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê dema diyarkirî ji bo xebata serjimariyê li navenda Hesekê dirêj kir ku diviyabû îro bi dawî bibûya.

​​​​​​​Dema serjimariya li Hesekê hate dirêjkirin
6 hezîran, 2022   11:01
HESEKÊ

Xebata serjimariyê ya li navenda Hesekê kete roja xwe ya 3’yan. Nivîsgeha Plansazî, Geşepêdan û Serijmariyê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirin û hevserokên komînan, roja şemiyê dest bi xebata serjimariyê kiribû.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman da zanîn ku xebata serjimariyê berdewam e û dema wê hate dirêjkirin.

Silêman eşkere kir ku ji ber pirbûna şêniyan li Hesekê xebat di dema diyarkirî de bi dawî nebû.

Di xebata serjimariyê ya li Hesekê de, nêzî 700 mamoste, endamên nivîsgehê û hevserokên komînan beşdar in.

Piştî xebata serjimariya bajar û navçeyên Hesekê di 24’ê Gulana borî de bi dawî bûn, dest bi serjimariya navenda Hesekê hate kirin. Di 30’ê heman mehê de jî serjimariya li herêmên başûr û rojhilatê Hesekê; Hol, Şedadê, Mergede, Erîşa û Deşîşe bi dawî bû.

(fr)

ANHA