Nivîskarê Kurd Ezîz Gerdî wefat kir

Piştî 5 rojan di nexweşxaneya Hewlêrê de, nivîskar û wergervanê Kurd Ezîz Gerdî di temenê xwe yê 75 salî de wefat kir.

Nivîskarê Kurd Ezîz Gerdî wefat kir
6 hezîran, 2022   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji beriya kêliyekê nivîskar û wergervanê Kurd Ezîz Gerdî, piştî 5 rojan li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.

Ezîz Gerdî di 1948’an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di salên 1960’an de dest bi nivîskarî û wergerê kiriye. Gelek pirtûkên der barê nivîs û wergerê de nivisîne.

Ezîz Gerdî demekê li Fakulteya Wêje li zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê karê mamostetiyê kir û piştre dest ji kar vekişand û xwe ji bo karê nivîsîn û wergerê terxan kir. Wî ligel zimanê Kurdî, zimanê Erebî, Farisî, Îngilîzî, Fransî û Îspanî jî bi başî dizanî.