Dagirker careke din gundê Kawiklî yê Minbicê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din gundê Kawiklî yê rojavayê Minbicê topbaran kir.

Dagirker careke din gundê Kawiklî yê Minbicê topbaran dikin
6 hezîran, 2022   11:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundê Kawiklî yê rojavayê bajarê Minbicê bi top û hawanan topbaran kiriye, topbaran hîna berdewam e.

Li gorî navendê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şeva din jî gund topbaran kiribûn û 22 top li gund ketibûn.