​​​​​​​Parlamenterekî Iraqê: Lihevkirineke veşartî a hikumeta Herêma Kurdistanê û dewleta Tirk heye

Parlamenterê iraqî Mihemed El-Sehyûd diyar kir ku di navbera hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk de lihevkirineke veşartî heye, ji ber wê yekê artêşa Tirk li hember pêkanîna hin berjewendiyên PDK`ê li xaka Iraqê bi cih bû.

​​​​​​​Parlamenterekî Iraqê: Lihevkirineke veşartî a hikumeta Herêma Kurdistanê û dewleta Tirk heye
6 hezîran, 2022   08:28
NAVENA NÛÇEYAN

Parlamenterê iraqî yê ji Hevbendiya Dewleta Yasayê Mihemed El-Sehyûd sedemên pêknehatina biryarên Hikumeta Federal û Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamentoyê, rênegirtina li pêşiya êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Iraqê û bicihbûna wê di xaka Iraqê de, diyar kirin.

El-Sihyûd ji Rojnewsê re diyar kir ku 2 sedem hene ku zêdebûna binpêkirinên ewlehiyê yên hêzên dewleta Tirk li xaka Iraqê û pêşdeçûna artêşa Tirk ku gihaşt Başîqayê ya parêzgeha Neynewayê bêyî ku rê lê were girtin, rave dikin.

Li gorî El-Sihyûd sedema yekem ev e: “Hikumeta navendî û Lijneya Asayîş û Parastinê li ser herêmê ne bi bandor in, ji ber ku nikare hêzên artêşa Iraqê ji bo parastina sînorê Iraq-Tirkiyê û kontrolkirina wê bi temamî bişîne."

El-Sihyûd wiha dewam kir: "Sedema duyem jî ew e ku têkiliyên hikumeta herêmê bi Tirkiyê re xurt in û dibe ku lihevkirineke veşartî di navbera wan de hebe ku hêzên Tirkiyê li xaka Iraqê bi cih dibin û li hemberî wê jî hin berjewendiyên PDK`ê pêk tîne."

El-Sihyûd diyar kir ku hikumeta herêmê dema biryar ne li gorî berjewendiyên wê be, nas nake, mînaka wê jî herêm heta niha guh nade biryarên Dadgeha Federal.

(eh)