​​​​​​​Çima dewleta Tirk ji ber bikaranîna çekên kîmyewî nayê cezakirin?

Hiqûqnasekî banga belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û vekirina dozekê li dijî wê kir û got: "Dema ku mijarên mafên mirovan û demokrasî bi berjewendiyên siyasî ve tên girêdan bê wate dimînin."

​​​​​​​Çima dewleta Tirk ji ber bikaranîna çekên kîmyewî nayê cezakirin?
6 hezîran, 2022   01:34
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Piştî ku dewleta Tirk di hewldanên qirkirina gelên Kurdistanê û gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bin ket, berê xwe da bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî.

Hiqûqnas Heysem Bekir diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê civaka navneteweyî ve qedexekirî ye û nabe di şeran de bê bikaranîn û got:"Li gor peymana 1993'an a qedexekirina çekên kîmyewî û têkbirina wê ku di sala 1997'an de kete meryetê, bikaranîna çekên kîmyewî sûceke û divê sûcdar bê cezakirin."

Bekir destnîşan kir ku di peymanê de tê gotin, nabe çekên kîmyewî bên bikaranîn û pêşxistin, divê ew çek û hemû kargehên wê bên telefkirin.

Heysem Bekir diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelên Başûrê Kurdistanê sûcekî şer û qirkirineke komî ye û got: " Dewleta Tirk serweriya Iraqê bin pê dike, ji ber ku çekên kîmyewî li erdnîgariya ku tê bikaranîn ziyan digihîne zindî û xwezayê."

Bekir di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dema ku komîteyên rêveber ên rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî piştrast kirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, dewlet tê agahdarkirin. Eger ew dewlet bersiv nede, rêxistin rapora xwe dide sekreterê NY û Konseya Ewlekariyê, ew jî tedbîrên pêwîst digirin. Ew tedbîr li gor benda 7'an digihêje asta destwerdana leşkerî."

Li gorî benda 7'an a peymana Konseya Ewlekariyê, ji bo parastina aramî û aştiya navneteweyî, li dijî dewletên çekên kîmyewî bi kar tînin, dikar hêza leşkerî bê bikaranîn.

Beriya niha KCK'ê û fermandariya HPG'ê her wiha gelek rêxistinên civaka sivîl name ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî re şandibûn, lê wan tu gavên cidî neavêtine.

Siyasetmedar û çavdêr teqez dikin ku mijara cezakirina dewletên ku çekên kîmyewî bi kartînin, girêdayî berjewendiyên dewletên hegemonîk ên ku saziyên navneteweyî kontrol dikin e.

Dema ku behsa bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Şamê ve li Xûtaya Rojhilat a Şamê hat kirin, dewletên zilhêzên ketin nava tevgerê. Lê dema dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd bi kar tîne, tu hêz deng ji xwe nayînin.

Di sala 1988'an de serokê rejîma berê ya Iraqê Sedam Hisên, li dijî bajarê Helebceyê çekên kîmyewî bi kar anî. Di encam de zêdeyî 5 hezar kes di nav de jin û zarok şehîd bûn, lê civaka navneteweyî di sala 2006'an de ji bo hesabên xwe tasfiye bike li dijî Sedam Hisên ev dosya bi kar anî.

Hiqûqnas Heysem Bekir diyar kir ku civaka Kurdistanê dikare sûdê ji bendên qanûna Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bigirin û got: " Eger raporên ku piştrast dikin dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniya bigihêje wê saziyê, dê karibe dewleta Tirk ceza bike."

Her wiha banga belgekirina sûcên dewleta Tirk kir û bi rêya partiyên siyasî û rewşenbîran yan jî bi rêya rêxistinên serbixwe yên ji bo mafên gelên bindest kar dikin ew rapor bigihêjin destê nûnerê giştî yê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî.

Hiqûqnas Heysem Bekir di dawiyê de bal kişand ser sedema ku rêxistinên navneweyî bi erkên xwe ranabin û got: "Dema ku mijarên mafên mirovan û demokrasî girêdayî berjewendiyên siyasî bin, bê wate dimînin, tenê li ser ragihandinê tên bikaranîn. Piraniya rêxistinan girêdayî berjewendiyên dewlatan in û di biryarên xwe de ne serbixwe ne."

(şt)

ANHA