​​​​​​​Careke din şênî li Efrîn û Mariê li hember dagirkeriya Tirk rabûn

Şêniyên bajarê Efrîn û Mariê yê dagirkirî li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk îro dîsa li kolanan bûn.

​​​​​​​Careke din şênî li Efrîn û Mariê li hember dagirkeriya Tirk rabûn
5 hezîran, 2022   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku çavkaniyên xwecih, diyar kirin ku vê êvarê dîsa şênî li Efrîn û Mariê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî daketin qadan.

Şêniyan, banga derketina dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê kir.

Şêniyên her du bajaran, rojên în û şemî bi heman mebestî daketibûn kolanan, ser saziyên dewleta Tirk a dagirker de girtibûn û bi temamî şewitandibûn.

(şx)

ANHA