Newaf Xelîl: Bingeha planan vegerandina penaberan projeya " Şerq Îslah" e

Daxuyaniyên serokkomarê Tirkiye Recep Teyyip Erdogan ên vegerandina penaberên sûrî, armancên êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Li ser vê yekê Newaf Xelîl anî ziman ku ev li projeya " Şerq Îslah" a 1925`an vedigere ku projeyeke xeter e.

Newaf Xelîl: Bingeha planan vegerandina penaberan projeya " Şerq Îslah" e
6 hezîran, 2022   03:37
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne teseduf bû, bi taybet hemwextî daxuyaniya serokkomarê Tirk a vegerandina milyonek penaberên sûrî yên li Tirkiyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirine hat. Dewleta Tirk bi van kiryaran armanc dike Mîsaqî Millî û împeratoriya Osmanî ya nû pêk bîne.

Di nava bêdengiya navneteweyî de, dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê ji 17`ê Nîsanê ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike, hemwextî wê jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.

Ev êriş piştî serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re û hevdîtinên wî yên bi serokkomarê Tirk û serokê MIT`ê Hakan Fîdan re ku 15`ê Nîsana derbasbûyî pêk hatibû, dest pê kirin.

Erdogan 3`yê Gulana derbasbûyî ragihand ku ew ê milyonek penaberên sûrî vegerîne Sûriyê û li avahiyên mêtingeriyê yên bi piştgiriya Qeter û Kiwêtê li herêmên dagirkirî ava kirine bi cih bike. Armanc ji vê yekê guhertina demografiya herêmên dagirkirî ye.

'PROJEYEKE XETER E, SALA 1925`AN DEST PÊ KIR'

Têkildarî xeteriya vê projeyê û îdiayên dewleta Tirk ên vegerandina penaberên sûrî, serokê Navenda Kurd a Lêkolînan Newaf Xelîl wiha axivî: "Ji aliyê qanûnî ve vegera bi dilxwazî ya ku Erdogan behsa wê dike tune ye. Komên nêzî wî jî ev yek red kir û got veger ew e ku mirov li mal, gund û taxa xwe vegere anku bajarê jê derketiye. Ji aliyekî din jî tê wateya berdewamiya projeya "Şerq Îslah" a 1925`an dest pê kir ku armanc jê guhertina demografiya Bakurê Kurdistanê bû. Niha jî li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Efrînê dest pê kir û gihaştiye asteke xeter." 

Newaf Xelîl anî ziman ku li hemberî vê projeya xeter divê rojane di hemû qadan; ragihandin, lêkolîn, siyasî, dîplomasî û civakî de xebat were kirin.

Ji ber hebûna kurdan li herêmên sînorî, dewleta Tirk dît ku sînorê wê yê ku li gorî Peymana Lozanê ya 24'ê Hezîrana 1923'an hatiye xêzkirin, di xeteriyê de ye, biryar da ku vê xeteriyê ji holê rake. Ji bo vê yekê planeke mezin danî ku ji aliyê serokkomar, parlamanto û Wezareta Hundirîn ve hate erêkirin.

25'ê Îlona 1925'an, Meclisa Reform a ji bo Rojhilat rapora xwe pêşkêşî Meclisa Gel a Bilind ya Tirkiye kir û Mistefa Kemal Ataturk bi biryareke fermî ragihand. Ev biryar pêşkêşî parlamantoyê nehat kirin ji tirsa ku ji aliyê muxalefetê ve were redikin.

Kesên plan amade kir, îdia kir ku plan ji bo parastina îstiqrara komara Tirkiyê û ewehiya wê ye, nemaze ku sînorê wê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn qels bû. Lê derket holê ku armanca vê planê kûrtir e ku bandorên wê heta roja me ya îro xuya ne. Diyar bû ku armanc jê guhertina çand û dîroka gelê Kurd û çewisandina mafên wê ye.

Di sala 1934'an de biryareke hate derxistin ku penaberên ji Kafkasya, Balkan û kesên sirgûnkirî li herêmên kurdan werin bicihkirin. Ev biryar bi awayekî berfireh û rêxistinkirî hate pêkanîn.

Têkildarî vê Xelîl ev nirxandin kir: "Raya navneteweyî ya giştî li ser vê yekê erê nake, her wiha sûriyên dijbertiya Rêveberiya Xweser jî dikin erê nakin, ne ku jê hez dikin an nefretê dikin, lê belê dibînin vegera bi vî rengî ne li gorî berjewendiyên wan e û armanc dike guhartina demografiyê pêk bîne. Di encamê de ev projeyeke xeter e û divê were teşîrkirin."

'DIXWAZE TEVGERA DEMOKRATÎK TÊK BIBE'

Newaf Xelîl di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û got: "Ji dema ku Erdogan diyalogên aştiyane yên di navbera rêberê Kurd Abdullah Ocalan û Partiya Demokratîk a Gelan têk birin ku 2012`an heta 2013`an û 2015`an dewam kir, dewleta Tirk hewl dide derbeyên giran li Tevgera Rizgariyê ya li Bakurê Kurdistanê û tevgera demokratîk a li wir bixîne ku nêzî 20 hezar endamên HDP'ê, parlamenter û hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaşû bi hezaran rêveber hene."

Diyalogên aştiyê yên di navbera Tirkiyê û PKK`ê 2012`an dest pê kir, lê agirbest 2015`an dema êrişên hawayî li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK`ê pêk anî, bi dawî bû.

'DÎROKA BINKETINA TIRKIYÊ Û SERKEFTINA KURDAN XWE DUBARE DIKE'

Der barê gefên nû yên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Xelîl wiha axivî: "Hemwextî vê yekê operasyonên leşkerî ranawestin, dibe ku sedema sereke ya ku hişt Erdogan gefên nû bixwe, binketina hêzên Tirk e, beriya niha derbeyên giran li Garê û niha jî li Zapê xwarin. Ev jî dide xuya kirin ku dîroka binketina Tirk û serkeftina kurdan careke din dubare dibe. Gerîlayên PKK'ê derbên giran li wan didin, helbet Erdogan bi hemû rêbazan hewl dide vê yekê ji raya giştî re veşêre, nemaze ku di rewşeke aborî ya xirab re derbas dibe. Her wiha hewl dide nêzîbûna xwe ya bi Îsarîlê re û tawîzên ku ji bo sererastkirina têkiliyên xwe bi Îmrata, Erebistana Siûdî û Misirê re dide, binixumîne. Ev hemû beşek ji van armancan e. Wekî ku min bi bîr xist, armanca sereke domandin û pêkanîna qanûna Şerq Îslah a guhertina demgorafî ye, di heman demê de derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e ku Kurd, Ereb û pêkhateyên din di nav xwe de dihewîne, her wiha da ku nehêlin ku ev proje pêş bikeve û di pêşerojê de bibe mînak."

'REVA JI ALOZIYÊN HUNDIRÎN E'

Newaf Xelîl îşaret bi krîzên hundirîn û derve yên Tirkiyê kir û wiha pê de çû: " Tirkiye destên xwe danî ser milkên Fethullah  Gulen. Tevgera qaşo xizmetkariyê jî bi rêya dibistanan û rêvebirina projeyan û bikaranîna olê sûdê jê werdigire. Her wiha hêza nazik bi rêya rêzefîlmên li Pakistan û cîhana erebî deng da bi kar tîne. ''

Xelîl bi domdarî got: " cihê Tirkiyê girîng e, lê stratejiya Erdogan bi destpêkirina bûyerên li Tunisê û buhara erebî şaş e, lewma kareset li hundirê Tirkiyê çêbûn. Li aliyekî din jî AKP`ê giraniya xwe heta asteke mezin wenda kir. Li gorî tevahî ankêtan; heger muxalefet li hemberî kesekî bibe yek ew kes bi ser nakeve û ev dihêle Erdogan ji derve re hîn zêdetir tawîzan bide. Ji ber vê yekê zexta li ser Kurd û demokrasîxwazên li hundirê Tirkiyê zêde dike. Bê guman li derve jî hewldanên xwe bi Rûsya re dike û têkildarî rewşa Ukraynayê helwesteke hevseng girtiye, ji ber ku Rûsya miqdarekî mezin ji gazê dide wê, her wiha deyn da û ew ê ji bo kar û barên aştiyane jî reaktora nukleerî ava bike. Her wiha dixwaze ji Ewropa û dewletên endamên NATO`yê re bibêje ku ew xwedî gelek kaxezan e. Gelo niha Tirkiyê xurt e? Çi di cîhana erebî de be yan jî dewletên îslamê be hêza wê ne wekî 2010`an e. Li hemberî helwesta Tirkiyê  ku Ewropa şantaj dike, bi taybet mijara daxwaza Fînlandiya û Swêdê  ya tevlêbûna NATO`yê bertek hene."

'RÊBAZÊN RÛBIRÛBÛNÊ'

Têkildarî sekna li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker Newaf Xelîl got: "Pêwîstî bi pêşxistina xebata dîplomatîk heye.  Li gorî nêrîna min di warê leşkerî de, wê hêzên leşkerî rojekê jî ranewestiyane, çi di aliyê pêşxistina hêza xwe be yan jî dersên ji tecrûbeyên xwe derdixin. Mînaka wê jî şerê lehengana yê li Efrînê ku 58 rojan li hemberî duyemîn hêza NATO`yê li ber xwe da, her wiha berxwedana lehengane ya şervanên QSD'ê li Serêkaniyê û Girê Spî bû. Dixwazim balê bikişînim li ser vê xalê, çawa rêveberî wê karibe pêwîstiyên ji bo jiyaneke bi rûmet ji beşên herî hewcedar re bi cih bîne, çawa binsazî, rê û înternetê pêş bixîne. Bi teqez perwerde û sererastkirina sîstema dozgeriyê pir girîng in. Her çiqasî ku rêveberî nêzî gel bibe û desteyên xwe xurt kir ew ê hevgirtineke civakî xurt ava bibe."

Di dawiyê de Newaf Xelîl got: "Rêveberiya Xweser û QSD`ê di nav civatê de xwe dane qebûlkirin, ev jî di dirêjahiya salên berê de hate xuyakirin, lê dîsa jî hewcedariya vê civakbûyînê jî ne tenê bi dabînkirina derfetên kar heye, lê belê bi pêşxistina van qadan tevdan e heye. Ji xwe ez behsa aliyê siyasî nakin, behsa van aliyan dikin ku ew ên girîng in."

(eh)

ANHA