ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-6-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-6-2022`YAN
5 hezîran, 2022   23:00

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî geşedanên dawîn li herêmê civînek li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo saet di 17:00`an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Serjimariya li kantona Hesekê destpê kirî, piştî 14 rojan bi dawî dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi armanca xurtkirina tevna nîştimanî û nîqaşkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û bandora wê li ser xebatên siyasî, civînekê ji rûspiyên êlên Minbicê û bajarê Idlibê re li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

"Yê derbas dibe winda ye û yê derdikeve mîna nû ji dayik bûye” ev hevok di bîra girtiyekî girtîgeha Seydnayayê de zindî ye. Her wiha bi bîr xist ku li deriyê sereke yê ketina girtîgeha herî xirab li Sûriyê ev hevok hatiye nivisîn. (BI WÊNE)

Daxuyaniyên serokkomarê Tirkiye Recep Teyyip Erdogan ên vegera penaberên sûrî, armancên êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Li ser vê Newaf Xelîl anî ziman ku ev li "projeya sererastkirina Rojhilat" ya 1925`an vedigere û projeyeke xeter e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasekî banga belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û vekirina dozekê li dijî wê kir û got: "Dema ku mijarên mafên mirovan û demokrasî bi berjewendiyên siyasî ve tên girêdan bê wate dimînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û dîrokzanê Urdunî Dr. Mihemed El-Siwêrkî teqez kir ku hevkariya Erebî – Kurdî dê li hember gef û çavnebariya derve bibe bendeke asê û destnîşan kir ku di dîrokê de Kurd û Ereb bi biratî, şaristanî û paşerojeke yekgirtî tên naskirin. (BI WÊNE)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku PDK`ê ji her dagirkeriyeke nû ya li ser Kurdistanê berpirsyar e û wiha got: "Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên meclisên gelek gund û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku yekane têkbirina hemû plan û êrişên li dijî herêmê, xweparastin e lewma divê civak li ser belavkirina vê çandê were perwerdekirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Têgeha ‘entellektuel’ (rewşenbîr) ji peyva latînî ‘intelluctus’ çêbûye û wateya xwe ‘têgihîştin’ e. Îro ev têgeh bi wateyên rewşenbîr, ramanger, akademîsyen, zanyar tê bikaranîn.(BI WÊNE)

JIN

Saziya Olî ya Jinan a Kongreya Islama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê panelek bi navnîşan Jin di navbera par û îro de li gorî nêrîna şerîateke qanûnî û civakî saet di 10:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Çandiniyê li navçeya Tirbespiyê di çandina cehê pişkivî de bi ser ket û daxwaz ji sewaldaran kir ku ji bo êmê ji sewalan re peyda bikin, vê cureya ceh biçînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Dengê wî diherike nav dilan ji ber hestên wî drust in, di listîna li ser têlên hestan de hoste ye. Tevî seqetî û korbûnê, dibêje; “Bi mûzîka Kurdî min çavê xwe li dinê vekir. ”(BI WENE U DIMEN)

ANHA