Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê jîngehê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê û Rêveberiya Jîngehê ya herêma Cizîrê, panelek bi navê “Jîngeha me dixeniqe… em ê kengî bilivin?” li dar xist.

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek li Qamişlo hate lidarxistin
5 hezîran, 2022   20:33
QAMIŞLO

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên şaredariyên gel ên bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di panelê de, hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê, Silêman Ereb der barê girîngiya parastina jîngehê de axivî û got: “Cîhanê ev roj wek Roja Jîngehê ya Cîhanê diyar kiriye. Lê ya  rast divê ev parastin heroj be, ji ber ku jîngeh mala me ye, jiyan, ax, av û ba ye.”

Panel dabeşî du beşan bû; beşa yekemîn a bi navê “Jîngeh di jiyana rojane de”, ji çar mijaran pêk hat, mijara yekê bi navê “Nêrînek li ser rastiya jîngehê li herêmên me, zehmetî û çareserî .” ew jî ji aliyê endama Rêveberiya Jîngehê ya kantona Hesekê Wervend Ebdo ve, hate şîrovekirin.

Mijara  duyemîn a bi navê “Pêşxistina jîngehê li bajarên me” ji aliyê Dr. End. Azad Elî ve hate şîrovekirin.

Ya sêyemîn a bi navê “Pirrengiya biolojî û çandinî li Sûriyê” ji aliyê endamê Komeleya Warşîn a Jîngehê Welîd Osman ve hate şîrovekirin.

Mijara çaremîn a bi navê “Rola jinan di parastina jîngehê de” ji aliyê endama Kongra Star Reyhan Temo ve hate şîrovekirin.

Di beşa duyemîn de ya bi navê “Bandora jîngehê li  jiyan û parastina me” dîsa ji çar mijaran pêk hat. Ya yekemîn a bi navê “Bandora guherîna hewayê li  berhemdayîna çandiniyê” ji aliyê endamê Komeleya Climate Action Armanc Mihemed Seîd El-Mihemed ve hate şîrovekirin.

Mijara duyemîn a bi navê “Rêvebirina çopên hişk” ji aliyê çalakvanê di warê jîngehê de û endamê tîma Clean Up Rojava Beşîr Elî ve  hate şîrovekirin.

Di mijara sêyemîn de ya bandora jîngehê li ser tendirustiyê, ji aliyê çalakvana di warê jîngehê de Şêrîn Welat ve hate şîrovekirin.

ANHA