​​​​​​​'Yekane rêbazê têkbirina êrişên dagirkeran, xurtkirina çanda xweparastinê ye'

Endamên meclisên gelek gund û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku yekane têkbirina hemû plan û êrişên li dijî herêmê, xweparastin e lewma divê civak li ser belavkirina vê çandê were perwerdekirin.

​​​​​​​'Yekane rêbazê têkbirina êrişên dagirkeran, xurtkirina çanda xweparastinê ye'
5 hezîran, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyên leşkerî, siyasî, dîplomatîk û derûnî ve bi êrişên re rû bi rû ne, li hemberî vê şêniyên herêmê anî ziman ku yekane rêbazê parastina projeya neteweya demokratîk, xweparastin e.

Endamên meclisên gelek bajar û navçeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Endama Meclisa Gel a Navçeya Girkê Legê Zulfa Bidûr axivî û got: "Gefên li dijî herêmên me berdewam dikin, lewma em pêşberî erkeke sereke û bingehîn in ku ew jî, rêxistinkirina civakê ye."

Zulfa Bidûr destnîşan kir ku li ser naskirina awayê xweparastinê perwerdeyên fikrî û leşkerî hene û wiha axivî: "Ji bo xweparastinê, gel bangên me bi cih tînin û piştgiriya me jî dikin."

Zulfa Bidûr ev bang kir: "Divê her kes xwe û taxa xwe biparêze, piştgiriya hêzên ewlekariyê û leşkerî bike û li taxan bigerin, ji ber ku yekane rêbazê têkbirina hemû plan û êrişên li ser gelê me, xweparastin e."

Endamê Meclisa Lihevanînê ya Girkê Legê Salih Ehmed axivî û got: "Bi saya yekitî û hevgirtinê em ê hemû plan û komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Erdoganê faşîst her tim gefan li herêmê dixwe, lê em ê parastina xak û herêmên xwe bikin."

Ehmed da zanîn ku ew ê li dijî hemû êrişan hêzek bin û xaka xwe rizgar bikin.

Salih Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Têkildarî xweparastin û xurtkirina çanda têkoşînê bi rêya komînan her tim perwerde hene û civak tê hişyarkirin. Dijmin me hedef digire, lewre divê em li dijî hemû êrişên dagirkeriyê û planan destek bin."

Ji bajarê Tebqayê hevserokê Meclisa Şehîd Ebdullah El-Sayîl, Ehmed El-Elî axivî û got: "Projeya xweparastinê, projeyeke sereke û bingehîn e. Da ku civat xwe biparêze û parastina ewlehî û îstiqrara herêmê jî bike."

El-Elî diyar kir ku dewletên kapîtalîst, di serî de ferd ji mafê xweparastinê bê par kir, da ku her tim hewcedarî desthilatê be û serî jê re bitewîne.

El-Elî ev li axaftina xwe zêde kir: "Dema ferd nikaribe xwe biparêze ew ê bindest û kole bimîne, di heman demê de di bin banê hegemoniya sîstemên desthilat de tev bigere û nikare rola xwe di civatê de bilîze û qanûnan li ser xwe qebûl bike."

El-Elî di dawiyê de da zanîn ku xweparastin bi projeya neteweya demokratîk re derket pêş, da ku li hemberî hemû timayên derve were sekinandin, herêm ji bêewlehiyê were parastin, pê re jî mal û milkên giştî û taybet werin parastin.

Hevseroka Meclisa Şehîd Ebdullah El-Sayîl, Macîde El-Hisên axivî û got: "Xweparastin erka her ferdekî ye û ne tenê bi rakirina çekê ve girêdayî ye, lê belê mirov dikare bi rêya parastina xak, ziman, dîrok û çanda xwe jî parastina xwe bike."

Macîde El-Hisên destnîşan kir ku xweparastin du şaxên wê  hene, yek biyolojî ye û ya duyem jî mirovî ye ku bi rêya wê ferd tev li komê dibe, da ku xwe û destkeftiyên xwe biparêze.

Macîde El-Hisên wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Yekane rêbazê têkbirina êrişên artêşa Tirk  a dagirker, hevgirtina me ya ji QSD`ê re û xurtkirina rêbaza xweparastinê ye."

(eh)

ANHA